Dê sibê li Qers, Tetwan, Bazîd û Panosê şehîd werin bîranîn

MEBYA-DER dê sibê li Tetwan, Panos, Bazîd û Qersê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bernameyên bîranînê li dar bixe. Wê bîranîn 3 rojan bidomin.

•
1 deqe xwendin
Dê sibê li Qers, Tetwan, Bazîd û Panosê şehîd werin bîranîn

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER), wê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Tetwan a Bedlîsê, li navçeyên Panos û Bazîdê yên Agiriyê û navenda Qersê bernameyên bîranînê li dar bixe.

Tetwan

Li Tetwanê bîranîn dê saet 09:00an de li Eywana Gokte Adasi dest pê bike û wê bîranîn 3 rojan bidome.

Panos

Li navçeya Panosê jî bîranîn dê li Mala Sersaxiyê ya Goristanê bê lidarxistin û wê saet 09:00an dest pê bike.

Bazîd

Li Bazîdê jî wê bername bê lidarxistin û dê sibê saet 09:00an dest pê bike. Bîranîn dê li Mala Sersaxiyê ya Hacî Mudur bê lidarxistin û wê 3 rojan bidome.

Qers

Her wiha dê li navenda Qersê jî ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn bê lidarxistin. Bîranîna ku dê li avahiya DEM Partiyê ya Qersê bê lidarxistin û dê 3 rojan bidome.