Dê sibê li Nîsêbînê bîranîna şehîdan dest pê bike

Sibê li Nisêbînê ji bo kesên ku di dem û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane şîn bê danîn.

•
1 deqe xwendin
Dê sibê li Nîsêbînê bîranîna şehîdan dest pê bike

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji bo kesên ku di dem û deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê şîn bê danîn. Wê şîn bi pêşengiya MEBYA-DERê roja Pêncşemê 27ê tebaxê dest pê bike û dê li Qada Bazara Sergirtî ya li kêleka Mala Sersaxiyê ya Şukru Akay - Goristana Hacilar were lidarxistin.

Piştî şîna sê rojan, dê li heman deverê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê were lidarxistin.