Dê sibê li Geverê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Geverê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, dê sibê şîn bê danîn.

•
1 deqe xwendin
Dê sibê li Geverê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşê Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Colemêrgê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawet û Konferansê ya li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê dê şîn bê danîn. Şîn vê sibê, 25ê tebaxê, dest pê bike û dê sê rojan bidome.

Di roja sêyemîn ya şînê de dê bernameyek bîranînê bê lidarxistin.