Dê Selçuk Mizrakli di 8ê îlonê de bê berdan

Selahattîn Demîrtaş li ser medyaya xwe ya dîjîtal berdana Selçuk Mizrakli ragihand.

•
1 deqe xwendin
Dê Selçuk Mizrakli di 8ê îlonê de bê berdan

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş derbarê berdana Hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku niha li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, li ser medyaya xwe ya dîjîtal peyamek parve kir.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: “Rewşenbîrekî dilpak Dr. Adnan Selçuk Mizrakli ku ji ber çar mehên şaredariya Amedê heft salan di girtîgehê de ma û niha cezayê xwe temam kiriye, dê 8ê Îlonê roja sêşemê were berdan. Tu her hebî mamoste, her bijî biçe rêya te her tim vekirî be.”