Dê li Londonê Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk pêk bînin
Rêxistina Centre for Kurdish Affairs, dê di 29-30î Îlonê de li Londonê "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" li dar bixin.

Rêxistina Centre for Kurdish Affairs ku li Ingilistanê xebatan dike, di 29-30yê îlonê de li Hamilton House ya Londonê "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" li dar dixe. Di konferansa ku dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bê axaftin de, siyasetmedarên Kurd, akademîsyen, rojnamevan û pisporên ku veguherîna ji pêvajoyên pevçûnê ber bi pêvajoyên aştiyê ve dişopînin dê beşdar bibin. Di roja yekem a konferansê de pêvajoyên aştî û muzakereyê yên li Îrlandaya Bakur, Kolombiya, Efrîqaya Başûr, Herêma Baskê, Katalonya û Tîrola Başûr dê werin nirxandin. Di roja duyem de jî dê rasterast aliyên siyasî, hiqûqî, civakî û herêmî yên pirsgirêka Kurd werin gotûbêjkirin. Di panelên ku encamên geşedanên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê werin nîqaşkirin de, rola jinan di pêvajoyên atiyê de, mafên neteweyên kêmînde û azadiya çapemeniyê dê bibin sernavên sereke.
Lêkolînera Beşa Têkiliyên Navneteweyî, Siyaset û Dîrokê ya Zanîngeha Loughboroughê Guneş Daşli ku dê beşdarî konferansê bibe, têkildarî Konferansê ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî re nirxandinên girîng kir.
Guneş Daşli, anî ziman ku ev mekanîzma ji bo şefafiyet û hevrûbûnê girîng in û got: “Darizandina sûcên giran ên mirovahiyê ku dewletê kirine, avakirina komîsyonên heqîqetê û lêborînxwestina dewletê mafekî nû diafirîne ku şaşiyên berê neyên dubarekirin."
‘Divê mekanîzmaya edaletê pêk bê’
Guneş Daşliyê diyar kir ku daxwazên Kurdan ên derbarê komîsyonên heqîqetê û lêborînxwestina dewletê de zelal in û wiha axivî: "Em ji van re dibêjin mekanîzmayên edaleta temîrker. Divê mekanîzmayên edaletê yên tamîrket werin damezirandin. Ev xal di avakirina pergaleke nû ya hiqûqî de pir girîng in ku mirov bi bawerî û bêfikar li paşerojê binêrin. Bi taybetî ji bo kesên rasterast ji şer bandor bûne ku ew aktorên sereke yên aştiyê ne. Di qanûnên bingehîn de û bi taybetî di TMK'ê de reform pêwîst in."
‘Divê reformên sazûmanî pêş bikevin’
Guneş Daşliyê diyar kir ku konferans dê bibe qadek ji bo nîqaşkirina ezmûnên cîhanî û pêvajoya li Tirkiyeyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev konferans ji bo nîqaşkirina avakirina baweriyê pir bi nirx e. Ev mijar yek ji aliyên herî dijwar ên muzakereyê ye. Reformên sazûmanî dê baweriyê ava bikin. Parvekirina rayeyê, zêdekirina rayeyên rêveberiyên herêmî, xweserî û modelên federalîzmê dikarin werin nîqaşkirin. Nîqaşa li Londonê dê pirsgirêka Kurd ji çarçoveyeke navxweyî derxe û bibe asta navneteweyî. Ev yek jî rê li ber aktorên mîna çavê sêyem, navbeynkar an jî garantor vedike ku tevli pêvajoyê bibin."


