Dê li 2 navendên Stenbolê cangorî bên bibîranin

Dê li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê yên Stenbolê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, sibê bîranîn bê lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
Dê li 2 navendên Stenbolê cangorî bên bibîranin

Li navçeyên Baxcilar û Sancaktepe yên Stenbolê dê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ay Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê bernameya bîranînê bê lidarxistin. 

Bername dê li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê werin li dar xistin. Tê payîn ku malbatên şehidan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî dê tev li bernameyê bibin. Bername dê di saet 12:00'an de dest pê bikin û di seat 15:00'an de dê bi dawî bibin.

Rêveberên MEBYA-DERê banga tevlîbûna bîranînan kirin.