Dê di doza Gulistan Doku de li Erzirom û Dêrsimê îfade bên girtin

Îfadeya 10 xebatkarên tenduristiyê yên çarçoveya dosya Gulistan Doku de hatin binçavkirin li Erziromê ya 5 kesên din jî wê li Dêrsimê bê girtin.

•
1 deqe xwendin
Dê di doza Gulistan Doku de li Erzirom û Dêrsimê îfade bên girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de ku bi biryara Serzogeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsîmê duh di saetên sibehê de li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê bi ser malan de hat girtin.

Di serdegirtinan de 3 bijîşk, perestdarek, peywirdarê zanînkirariyê, 5 xebatkarên tomarkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa înformatîk, karsazek û 3 cerdevan bi giştî 15 kes hatin binçavkirin. 15 kes ji sûcên ‘tunekirina, veşartin an jî guhertina delîlan”, ‘bi awayekî ne hiqûqî destesrekirina daneyan’, ‘tunekirin an jî veşartina belgeyan’ hatin binçavkirin.

Îfadeya 10 kesan dê li Erziromê û ya 5 kesan jî dê li Dêrsimê bê girtin.