DBP: Ji bo Geliyê Sefo divê lêgerîna edaletê êdî bi encam bibe
DBPê bi boneya salvegera Komkujiya Geliyê Sefo daxuyaniyek parve kir û da zanîn ku divê demildest aqûbeta kesên ku hatine kuştin bê ronîkirin û destûr bê dayîn ku peykerê bîranînê bê çêkirin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya salvegera Komkujiya Geliyê Sefo (33 Gule) daxuyaniyeke nivîskî parve kir. DBPê destnîşan kir ku tevî 83 sal li ser komkujiyê derbas bûye jî Geliyê Sefo hêj wekî herêma qedexe ya leşkerî tê girtin û xwest aqûbeta qurbaniyan bê ronîkirin û peykerê bîranînê bê çêkirin.
Daxuyaniya DBPê wiha ye: “Komkujiya Geliyê Sefo hê jî wek sûcekî dijmirovî di hafizeya civaka me de cihê xwe digire.
Komkujiya ku wekî ‘33 Guleyan’ tê pênasekirin, yek ji mînakên zilmên herî mezin bû ku erdnîgariya Kurdistanê şahidiya wan kir. Di şexsê Mustafa Muglalî de feraseta ku hebûna gelê kurd hedef digire, wekî gelek mînakên din, bi vê komkujiyê ve hewl da bi gelê kurd çok bide şikandin.
Geliyê Sefo, wekî belgeyeke herî şênber nîşan da ku feraseta îmhayê çawa bi polîtîkaya bêcezahiştinê tê parastin. Her çend li ser komkujiyê 83 sal derbas bibe jî, Geliyê Sefo hê jî wek herêma qedexe ya leşkeri tê girtin. Hê jî aqûbeta kesên ku hatine kuştin nehatiye ronîkirin. Ev yek jî nîşan dide ku feraseta Mustafa Muglalî bi şêwazên cur be cur hebûna xwe didomîne.
Di salvegera wê de em car din banga xwe dubare dikin; ji bo Geliyê Sefo divê lêgerîna edaletê êdî bi encam bibe. Divê aqûbeta kesên ku hatine kuştin were ronîkirin û divê destûr bê dayîn ku li Geliyê Sefo peykerê bîranînê bê çêkirin. Bi vê daxwaz û bangê em car din tevî cangoriyên komkujiyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.”


