Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn

Dayikên Şemiyê bal kişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê ya di dosyeya Abdulbakî Bîrlîk, Kemal Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk û Zekî Alabalik de ku di sala 1995an de hatibûn kuştin.

•
1 deqe xwendin
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn

Dayikên/Mirovên Şemiyê, ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi darê zorê hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina faîlan bikin, di hefteya 1113yan de çalakiya xwe ya hefteyî li Qada Galatasaraya Beyoglûya Stenbolê lidar xistin.

Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, yên hatine qetilkirin û qerenfîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo darizandina faîlên Abdulbakî Bîrlik, Kemal Bîrlîk, Zubeyîr Bîrlîk û Zekî Alabalik yên di sala 1995an de li Mêrdînê hatine qetilkirin bang hat kirin.