Dayikên Şemiyê di hefteya 1118an a çalakiya xwe de hatin ba hev

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi zorê hatine windakirin bipirsîn û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

•
1 deqe xwendin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1118an a çalakiya xwe de hatin ba hev

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi zorê hatine windakirin bipirsîn û ji bo darizandina faîlan, di hefteya 1118an de li Qada Galatasaray a li Beyogluyê hatin ba hev.

Çalakî bi wesîleya 30ê tebaxê Roja Kesên Bi Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî hate lidarxistin. Endama Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sebla Arcan meta daxuyaniyê xwend.