Dayikan ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
Dayikên Aştiyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.

Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun ku li ser navê 28 Meclîsên Dayikên Aştiyê, çûn Enqereyê û bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin, çûn wezareta dadê û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.


