Danişîna doza Mehmet Şahîn hat taloqkirin
Danîşîna doza ku rojnameger Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, taloqî 24ê mijdarê hat kirin.

Di danişîna 8emîn a doza ku ji ber tevlibûna daxuyanî, bernemayên TVê û xebatên rojnamegeriyê der heqê rojnameger Mehmet Şahîn de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamur beşdarî danişînê bûn.
Parêzerê Şahîn Tamur, ji bo parastina li dijî mutalaeya dozger ku di danîşîna berê de pêşkêş kiribû dem xwest. Dadgehê daxwaza Tamur qebûl kir û danişîn taloqî 24ê mijdarê kir.


