DAIŞê li Kerkûkê êriş leşkeran kir
DAIŞiyan şevê din li navçeya Hewîce ya Kerkûkê êrişî hêzên artêşa Iraqê kir.

Endamên DAIŞê şevê din êrişî nuqteyeke leşkerî ya artêşa Iraqê ya li gundê Betme yê navçeya Hewîce ya Kerkûkê ye kirin.
Hate ragihandin ku li nuqteya leşkerî êriş li ser tûgayeke ser bi Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê hatiye kirin û çete piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyane.


