DAIŞ di bin ‘çavdêriya DYAyê’ de mezin dibe

Di mehên dawî de dîsa DAIŞ bi çalakiyên xwe dibe rojev. Di du mehên dawî de li Iraqê gelek operasyon hatin lidarxistin. Zanyar destnîşan dikin ku DAIŞ di bi ‘çavdêriya Amerîkayê’ de zindî dibe.

•
1 deqe xwendin
DAIŞ di bin ‘çavdêriya DYAyê’ de mezin dibe

Di sibatê de şîrovekarên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê destnîşan kirin ku nêzîkî 6 hezar çeteyên DAIŞê ji Sûriyeyê derbasî Iraqê bûne. Şîrovekaran got: “DYAyê Iraq neçar kir ku vê berpirsiyariyê hilgire ser xwe û lêçûnên wan bide.”

Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf di 29ê adarê de ji ROJNEWSê re derbarê rewşa DAIŞê û bandora şerê li herêmê ya li ser DAIŞê nirxandinên girîng kiribû. Wê demê gotibû, “Eger şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de bidome, wê bi xwe re encamên siyasî, leşkerî û aborî bîne. Dê li herêmê eniyên nû yên şer jî vebike û dibe ku DAIŞ careke din serî hilbide.’’

Berdevkê wezareta dadê Ehmed Leêbî di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku di girtîgehan de qerebalixiyek gelek zêde çêbûye û ev agahî dabûn: “Bi taybetî piştî Iraqê bi fermî 5 hezar 704 çekdarên DAIŞê ji girtîgehên Sûriyeyê wergirtin. Ev hejmar zêdetir bûye.” Leêbî aşkere kir ku ew çekdarên DAIŞê di bin çavdêriya Amerîkayê û rezamendiya desteya wezîran de ji bo ewlehiya nîştimanî di girtîgehên balafirxaneyan de tên ragirtin.

Operasyonên di meheke dawî de li dijî DAIŞê pêk hatin, nîşan didin ku piştî DAIŞî bi destûra DYAyê ji kampên li Sûriyeyê şandin Iraqê, dîsa zindî bûye. Di 20ê tîrmehê de, Rêvebiriya Giştî ya Operasyonan a Asayîşa Herêma Kurdistanê, ragihand ku bi hemahengiya li gel Dezgeha li Dijî Terorê ya Iraqê li sînorê Silêmanî û îdareya Raperînê 2 çeteyên DAIŞê hatin girtin. Di 19ê tîrmehê de, dezgehê ragihand ku li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî û di encama du operasyonên cuda de li Kerkûkê, 2 çeteyên DAIŞê hatine girtin. Di 17ê tîrmehê de; Rêvebiriya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînovayê 5 çeteyên DAIŞê girtine. Di 13ê tîrmehê de, dadgeheke li Almanyayê cezayê hepsê li hevjînên endamên DAIŞê yên iraqî birî ku ji ber kolekirin û îstîsmara zayendî li hemberî du zarokên êzidî dihatin sûcdarkirin. Di 12ê tîrmehê de, hat ragihandin ku di encama operasyonên cuda de 3 çeteyên DAIŞê li navçeyên Rumadî, Felûce û Qayim ên parêzgeha Enbarê hatine girtin. Di 7ê tîrmehê de, Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku, di encama şopandina  rêvebiriya giştî ya operasyonên hêzên wê de, 3 kesên ku fikra di nav torên medyaya civakî de belav dikirin û xwestin wan bişînin nav DAIŞ’ê, hatin girtin. Di 5ê tîrmehê de, li herêmê operasyonên ewlehiyê yên berfireh ji bo DAIŞê pêk hatin. Di 4ê tîrmehê de, li navçeya Pirdê, di operasyoneke hêzên Iraqê de çeteyên DAIŞê hatin kuştin ku plansazên gelek çalakiyên terorî yên li herêmê bûn.