Ciwanên welatparêz komeleya ‘Demhat’ vekir

Ciwanên welatparêz li Wanê Komeleya Çand û Hunerê ya “Demhat” vekir. Ciwanan di merasima vekirinê de destnîşan kir ku komele li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û hişbirê alternatîfeke nû ye û banga xwedîderketina li ziman û çandê kirin.

•
1 deqe xwendin
Ciwanên welatparêz komeleya ‘Demhat’ vekir

Ciwanên welatparêz ên Wanê, Komeleya Çand û Hunerê ya Wanê bi bernameke geş bi navê “Demhat” vekir. Nûnerên saziyên civaka sivîl, gelek welatî û ciwan tevlî bernameya vekirinê bûn.

Bernameya bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê komîna çand û hunerê endamê Komeleya Demhat Kenan Îldenîz axivî û diyar kir ku parvekirina vê kelecana roja biwate ji bo wan cihê şanaziyê ye.

Li dijî bişaftina çand û ziman têdikoşin

Kenan Îldenîz bal kişand ser zext û êrişên li ser çand û nasnameya kurdî û wiha got: “Em wekî ciwanên kurd li hember her cure polîtîkayên bişaftin û ji nasnameyê dûrxistinê dengê xwe bilind dikin. Em daxwaza jiyana azad a çand, ziman û nasnameya xwe dikin. Îro gelê me û bi taybetî ciwan û zarok her roj bi polîtîkayên bişaftin û înkarê re rû bi rû dimînin. Pergal her roj li ser çand û hebûna me ya nasnameyî bombardimaneke bênavber pêk tîne. Em wekî ciwan dixwazin bi çand û nasnameya xwe bijîn; ev komîna me jî nîşaneya herî şênber a vê daxwazê ye. Em bi ti awayî zext û pêkûtiyên li ser van nirxan napejirînin.”

‘Demhat qadeke alternatîf e’

Kenan Îldenîz da zanîn ku li seranserê welat di nava ciwanan de hişbir û tîryak gelekî belav bûye û got: “Ji ber vê rewşê ciwan ji çand û nasnameya xwe dûr ketine. Lê êdî em dizanin ku ciwan ne bê alternatîf in. Her ciwanek dikare li hember vê neyîniyê bisekine û bi pêşxistina çand, ziman û hunera xwe dawî li vê qirêjiyê bîne. Komeleya Demhat qadeke alternatîf a jiyanê derket pêş. Em hemû ciwanan vedixwînin nav vê xebata hêja.”

Piştî axaftinê, hunermendên herêmî derketin ser dikê, stran gotin û beşdarvanan govend gerand. Bername bi coşa govendê bi dawî bû.