Ciwanên DEMê li sînor Şoreşa Rojava pîroz kirin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li ser sînorê Kobanê 14emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û xwestin ji bo parastina şoreşê bi awayekî fizîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê bi boneya 14emîn salvegera Şoreşa Rojava ku Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin, daxuyanî da. Li Parka Kobanê ya li ser sînor daxuyanî dan. Bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berzkirin. Girseyê di daxuyaniyê de postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Kubra Tavze daxuyanî da. Kubra Tavze bal kişand ser wateya vê şoreşê ya ji bo wan û got: “Şoreşa Rojava ne tenê guhertineke herêmî ye, dengvedana veguhastina jiyan, siyaset û civakê ye. Ev şoreş ne tenê li çolên Sûriyeyê, ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê deng veda û çokên kapîtalîzma hegemon dihejîne. Rojava ne tenê erdnîgariyek e; vegereke bîr û gel a li xwe ye. Şoreşa Rojava destkeftiya şonkûr a ruhê berxwedana Kurdê ku bi sedsalan e tê tepisandin û jina Kurd a ku dihat bêdengkirin e. Xeyala hezaran şehîdan, bêhna hevpar a milyonan e. Ev şoreş mîrateya ku Arîn, Viyan, Ebû Şeyla û Amaran ji me re hiştiye ye.”
‘Azadiya fîzîkî ya Rêberê me ferz e’
Kubra Tavze bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev bang kir: “Rêbertiya me ku mîmarê Şoreşa Rojava û pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk e, di bin tecrîdê de ye. Tecrîda li ser Rêbertiya me, li ser pêvajoya aştiyê, civaka demokratîk û vîna jiyana hevpar a gelan hatibû sepandin. Em careke din bi bîr tînin ku riya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Wek ciwanên welatparêz em vê tecrîda giran qebûl nakin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me were dabînkirin. Em wek ciwan dê tecrîdê bişkînin, xwedî li vîna jiyana azad a gelan derkevin û têkoşîna xwe ya li ser riya demokratîkleşînê mezin bikin.”
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal axivî û bal kişand ser wate û girîngiya Şoreşa Rojava û got: “Em ji vir Şoreşa Rojava silav dikin. Rojava bi berdêlên mezin hat qezenckirin û gihîşt îro. Em xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin, ji ber ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi vîna jinê dest pê kir, bi tevgera YPJê bi pêş ket û bi yekîtiya jinên enternasyonalîst li cîhanê deng veda. Îro li Şengalê jinên Kurd û Elewî bi xêra Şoreşa Rojava li ber xwe didin. Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku xwediyê paradigmaya avakirina Şoreşa Rojava ye silav dikin.”
‘Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî, ji şoreşa Rojava re statû’
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ji bo parastina Şoreşa Rojava pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk girîng e. Dirûşm û daxwaza me diyar e, em dibêjin; ‘Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî, ji Şoreşa Rojava re statû’.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.


