Ciwanan li dijî tiryakê daketin kolanê
Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist. Endamên înîsiyatifê gotin dê destûr nedin ku şerê taybet û tiryak bikevin nava malan.

Tiryak û fihûş her ku diçe di nava civakê de belav dibe. Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tiryakê çalakiyên ciwanan didome. Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê li Parka Haciahmetê hevdîtina gel li dar xist. Ciwan li parkê kom bûn û pankartên “Em ê rê nedin hişbirê” û “Em li dijî bengîtiyê jiyaneke nû ava bikin” vekirin. Paşê goven gerandin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Endamê Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê Dewran Kûrt li ser talûkeya tiryakê û şerê taybet axaftin kir. Dewran Kûrt diyar kir ku ew dizanin ku tiryak bi şerê taybet pêş dikeve û got: “Em ê nehêlin ku şerê taybet û tiryak bikevin nava malan. Em dixwazin ku gelê me jî li dijî vê bisekine. Ji niha şûnde divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê bibin yek û tiryakê bi dawî bikin.”
Çalakiya ciwanan bi gerandina govendê bi dawî bû.


