Ciwanan bi posterê Abdullah Ocalan tevli bîranîna cangoriyan bûn

Ciwanên wanî bi dirûşme û vekirina posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê şîna cangoriyan meşiyan û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin.

•
1 deqe xwendin
Ciwanan bi posterê Abdullah Ocalan tevli bîranîna cangoriyan bûn

Li navçeya Artemêtanê ya Wanê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê şîn hat danîn. Ciwanên Wanê bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ û bi vekirina posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava qada şînê de meşiyan û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin.

Şîn bi serdanên girseyî didome.