Ciwan dê civakeke exlaqî û polîtîk bi rêxistin bikin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li taxa Alî Paşa ya Sûrê li dijî hişbirê daxuyanî da û destnîşan kir ku dê civakeke rêxistinkirî ya li dijî madeyên hişbir ava bikin.

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li taxa Alî Paşa ya Sûrê li dijî hişbirê daxuyanî dan. Ciwanan di çalakiyê de pankarta “Li dijî hişbirê û çetebûnê em xwe bi rêxistin dikin” daliqandin. Gelek ciwan û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê ciwanan li ber stranên kurdî govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “ “Bê Serok Apo jiyan nabe” berz kirin. Endamê Meclîsa Ciwana a DEM Partiyê Suleyman Yildiz daxuyanî bi tirkî xwend.
Suleyman Yildiz diyar kir ku ew dijî madeyên hişbirê li vir kom bûne û got: “Her çend me gotibe civak tenê dikare bi awayekî exlaqî û polîtîk hebûna xwe bidomîne jî, nêçîrvanên mirovahiyê û sermayeyê bi tevgereke çetewarî li ser ciwanan lîstikên xwe dilîzin û wan ji cihê wan ê di nav civakê de qut dikin. Ev ne tenê lîstikeke ku li ser ciwanan tê lîstin; ev lîstikeke li ser bingehên rabirdûyê û li ser berxwedana ku dê bibe keleha paşerojê tê meşandin. Îro em bi rastiya madeyên hişbirê re rû bi rû ne ku ne tenê bedenê, di heman demê de giyan û civakê jî dirizîne. Em wekî ciwanên welatparêzên Amedê radigihînin ku em ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin, di nav her cure çalakiyên ku armanca wan gihandina paşerojeke li ser bingehê rastiyê ye de cih bigirin, bibin rêhevalên ciwanan û bibin xwedî hişmendiyeke ku mizgîniya jiyaneke alternatîf dide.”
Suleyman Yildiz da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî madeyên hişbirê bi çand, huner, spor û çalakiyên cihêreng mezin bikin û wiha bi dawî kir: “Em radigihînin ku em ê li ser kolan, kuçe û parkan, heta di nav malan de jî li dijî hemû tevgerên çetebûnê bisekinin. Heta ku em civaka ku hişê wê hatiye tevizandin bikin lîstikvana sereke ya vê têkoşînê, em ê bi awayekî ku li gorî giyanê ciwanan be û têkoşîna wan watedar bike, di xeta xwe ya exlaqî û polîtîk de civakeke rêxistinkirî ya li dijî madeyên hişbir biafirînin. Em radigihînin ku em ê li Kurdistanê rê nedin madeyên hişbir, çetetî, ajantî û fuhûşê.”


