Ciwan astengiya li pêşiya hevdîtinê qebûl nakin

Koordînasyona Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê çar rojan li Amedê bernameya perwerdehiyê pêk anîn û diyar kirin ku dê astengiyên li pêş hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qeûl nekin.

•
1 deqe xwendin
Ciwan astengiya li pêşiya hevdîtinê qebûl nakin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Koordînasyona Jinên Ciwan ji bo nîqaşkirina pêvajoyê di navbera 1-5ê Tîrmehê de li Amedê atolyeya perwerdeyê pêk anî. Ciwanan encamnameya perwerdeya ku 4 rojan dom kir, eşkere kir. Di perwedehiya ku bi navê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pêk hat de, pêşketinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tên hate nirxandin û plansaziya serdema nû hate kirin.

Hêza ciwanên bi rêxistinkirî

Di encamnameyê de hat gotin ku ciwanên birêxistinkirî hêza herî mezin e û hate diyarkirin ku dê encamnameya ku ji perwerdeyê hatiye derxistin belavî hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikin. Di encamnameyê de bal kişandin ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û gotin: “Nakokiyên di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk hîn zelaltir bû. Li dijî feresata hêzên statuko yên netew dewlet ku gelên cîhan û Rojhilata Navîn dikin qurbana berjewendiyên xwe, amûra herî mezin a di destê jin û ciwanan de civakek birêxistinkirî ye.”

‘Girîngiya pêvajoyê hîn baştir tê dîtin’

Di berdewama encamnameyê de hate destnîşankirin ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gaveke girîng e û hate diyarkirin ku girîngî û wateya vê bangê her roja ku diçe hîn zêdetir tê dîtin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan bi berpirsyariyeke mezin ku tu kes cesaret nedikir, şerê 42 salan a negatîf bi dawî kir û bi derxistina qanûnên wemwelatiyên azad dê civak derbasî avakirina aştiyeke pozîtif were kirin û wiha hate gotin: “Bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re avanekirina torên pêwendiyan nayê qebûlkirin. Divê demildest statuya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li li ser azadiya wî ya fîzîkî dibe asteng, were naskirin. Û careke din em wek Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê daxwaza xwe ya çûyîna Îmraliyê dubare parve dikin.”

Banga xwe birêxistinkirinê

Di encamnameyê de bang li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê hate kirin ku bibin piştevanê banga Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk û ev yek hate gotin: “Li dijî netewperestî û zayendperestiya ku tê ferzkirin em bang li hemû ciwanan dikin werin li bin banê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê xwe bi rêxistin bikin.”