Civîna NATOyê dest pê kir
Li Enqereyê 36emîn civîna NATOyê bi foruma Pîşesaziya Parastinê dest pê kir. Di forumê de hilberîna parastinê dê bê nîqaşkirin.

Li Qasra Serokkomariyê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê Civîna 36emîn a NATOyê dest pê kir. Civînê bi foruma Pîşesaziya Parastinê dest pê kir. Serok û wezîrên 32 dewletên endamên NATOyê di civînê de amade bûn. Civîn dê 2 rojan berdewam bike û piştî civînê jî di navbera serokên dewletan de hevdîtin dê pêk werin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte beriya forumê axivî û anî ziman ku wan di Civîna Lahey de biryar girtibûn ku zêdetir hilberîna pîşesaziya parastinê bikin û got: “Li Enqereyê encamên şênber ên vê biryarê tên dîtin. Li her du aliyên Atlantîkê dewletên mutefîk û şîrketên pîşesaziyê projeyên mezin ku bi milyonan pêk tên îmze kirin.”
Her wiha Rutte ragihand ku di civînê de dê filoya tankerên pirneteweyî ji bo xurtkirina hêza hewayî jî pêk were û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, welatên hevalbend dê wekî beşek ji fîloyên tankerkirina hewayî, 12 balafir ji Airbusê bikirin. Projeya, di bin serokatiya pîşesaziya Airbus a li Ewropayê de tê meşandin, hevkariya NATO-AB berfireh dike û heta şirîkên pîşesaziyê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dirêj dibe. Van balafirên zêde, dê li deverên deryayî yên fireh, rojê û şevê çavdêriya bênavber pêk bînin.”
Hevdîtina Trump û Erdogan
Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo beşdarî civînê bibe ber bi Enqereyê ve bi rê ket. Trump dê di seat 15:00an de bi Serokkomar Erdogan re li Qesra Serokkomariyê hevdîtinek pêk bîne. Di hevdîtinê de tê gotin li ser cezayên CAATSAyê, krîza S-400, F-35, F-16, mîmariya parastinê ya nû ya NATOyê, şerê li Ukraynayê, geşedanên li Sûriyeyê û gelek mijar dê bên nîqaşkirin.


