Civaka êzidî ne ew civaka 12 sal berê ye
Bêguman ev rastî, sekn û rêxistinkirina civaka êzidî wê xetereya heyî ya li pêşiya hin komkujiyên din ranake. Ligel vê berxwedan û têkoşîna bi salan a gel hê jî ji aliyê makeqanûna Iraqê ve bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan
3 tebaxa 2014an… di bîr û hafizeya me ya gelê kurd de kêliyek, rojek û dîrokeke têra xwe tije xwîn, trajedî, ferman û her wiha dîroka têkoşîn û berxwedanê ye.
Di ser fermana 74an a gelê kurd ê êzidî re 12 sal derbas bûn lê ew dîmen û bûyerên komkujiyê yên wehşeta DEAŞê di gelek kêlî û demên niha de jî hê li ber çavên me ne. Herî zêde jî ew dayik, zarok, pîr û kalên ku li ser rêya çiyayê Şingalê ji tî, birçîtî û ji bê kesî jiyana xwe ji dest didan, li bîra me ne. Lê di wan roj û deman de bi heman awayî jî têkoşîn û berxwedan 7 egîd û qehremanên Tevgera Azadiyê hê weke îro li ber çavan e. Li ser dev û dilê zarok û ciwanên êzidî ew destana berxwedana li dijî çeteyên xwînxwar ya gerîllayan hebû.
Jixwe di vê fermana 74an a bêeman de ku di dem û dewrana teknolojiya bipêşketî pêk hat de; li aliyekî trajedî, li aliyê din jî çîrok û destana bêhempa ya gerîlayan. Ma ne şerê di tevahiya dîroka mirovahiyê de qewimî hemû jî ne di encama ku daxwaz û parastina berjewendiyên feraseta serdestan de bûn?
Bi teknolojiyeke modern şerekî hovane
Gelê êzidî di serê sedsala 21emîn a nanoteknolojiyê de li ber çavê cîhanê bi fermaneke heman feraseta paşverû re rû bi rû bû. Ev civaka ku ji ber baweriya xwe li ser xaka xwe ya qedîm bi rêbazên hovane û bi çekên teknolojiya herî pêşketî yên ji destê dewletên hegemonîk derketî, dihat qetilkirin, jin û zarokên êzidî li bazarên nûjen dihatin firotin.
Ji sala 2014an vir ve gelek nivîs hatin nivîsîn, bername hatin kêşan, gelek belgefîlm hatin çêkirin, li gelek platformên neteweyî û navneteweyî ev bûyer kete rojeva cîhanê lê bêguman yek ji van jî ne dikarîbû wî barê giran ê trajediyê û ne jî mezinahiya têkoşîna gerîlayên Tevgera Azadiyê bide ber çavan. Di hafizeya hemû jinên êzidî de ew dîmenên firotina jinan a li bazaran her û her li cihê xwe ye.
Hin trawmayên hetahetayê
Bêguman gelek gotinên dûvdirêj hene ku em li ser fermana 74an û belavkirina civaka êzidî bînin ziman lê aliyê girîng ew e ku di ser komkujiyê re 12 sal derbas bûn lê niha rewşa jin, ciwan û zarokên ji fermanê filitîn çi ye? Belê fermanê bixwe re êş û trawmayên hetehetayê anîn û lê her wiha ew milê têkoşîn û xwebirêxistinkirina jin û civaka êzidî jî pir bi pêş ket.
Paradîgmaya rêya sêyemîn
Li Şingalê piştî fermanê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a rêya sêyemîn di qada perwerdehiya xweparastin û ewlehiyê de hêzên wek YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzdîxanê, hatin avakirin. Her çiqas ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve gelek caran hat hewldan ku ev hêzên xweparastina herêmî werin belavkirin jî, gelê êzidî piştî fermana dawî ya bêeman, ev gotin, nêzîkatî û polîtîkayên Iraqê qebûl nekir. Ji ber ku dizanin ku ev rêbaz û daxwaza hin alî û hikûmeta Iraqê dê tenê ji wan re qetilkirin, tunekirin û fermanan bîne.
Civaka êzidî bi fikr û felsefeya paradîgmaya azadiyê êdî ne ew civaka beriya 2014an e û bi taybetî jî jin û ciwanên êzidî êdî ne ew in ku di fermanan de wek kêriyên serjêkirî bê parastin werin qetilkirin, rastî tacîz û tecawizê bên! Li hember îxtimaleke şer êdî wek berê bi hezaran kes dê ne mecbûr bin, bikevin ser rêyên koçberiyê û ji welatê xwe derbikevin. Bi xweparastina cewherî jinên şingalî hem ji bo pêşeroja xwe hem jî ji bo pêşeroja civaka xwe êdî bi her awayî li ber xwe didin û lêgerînên wan hene.
Xetereyên heyî
Bêguman ev rastî, sekn û rêxistinkirina civaka êzidî wê xetereya heyî ya li pêşiya hin komkujiyên din ranake. Ligel vê berxwedan û têkoşîna bi salan a gel hê jî ji aliyê makeqanûna Iraqê ve bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin. Mekanîzmayên parastinê, saziyên rêvebiriyê û aboriya ku gelê êzidî bi derfetên xwe ava kirine, bi fermî nayên qebûlkirin. Ev yek jî garantiyeke pêşerojê bi xwe re ava nake. Di vê pêvajoya xeternak de, ji bo ku rê li ber qetlîamên nû neyê vekirin, gava yekemîn a ku divê bê avêtin ev e ku hebûna gelê êzidî, saziyên wan û mekanîzmayên wan ên parastinê bi rengekî fermî di qanûnên Îraqê de bên naskirin.
Îro dema em bala xwe didin nûçe, naverok, dîmen û bûyerên li Şingalê hê jî ew psîkolojiya fermanê pir zêde heye. Ligel wê biryara pergala xweparastina cewherî jî ev derûnî ber bi çav e. Ji ber gelek sedemên wek ên zagonî ku hê jî ji aliyê hikûmeta navendî ve nayên naskirin û her wiha hin zext û kiryar û hewldanên hikûmeta navendî vê derûniya ku ‘dê daîşiyên li Iraqê girtî bên berdan û êrîş bikin’ zêdetir dike.
Jin êdî baweriya xwe bi dewletan naynin
Jinên êzidî êdî ne baweriya xwe bi hikûmeta navendî, ne bi yên navneteweyî ne jî bi hin kesên din tînin; tenê baweriya wan bi hêza xwe, parastina YBŞ-YJŞê tê. 74 fermanên bi feraseta mêr-dewletan hatî kirin; ji jinên êzidî re rêya xweparastin, xwebirêxistinkirin û rêya bîrdoziyeke ku jin li navenda wê ne nîşan dide.
Di pêvajoyeke wek a niha de, ji bo ferman careke din dubare nebe, divê di destpêkê de raya giştî ya navneteweyî bikeve nav liv û tevgerê. Her wiha ji bo hikûmeta Iraqê, dewletên herêmê û dewletên cîhanê divê hebûn, statu û îradeya xwecih a Şingalê nas bikin.
Ew feraseta ku dixwaze şingaliyan tevan derîne û Şingalê bê mirov bihêle armanc dike ku çand, bawerî û civakbûna êzidiyan ji holê rabike. Lê civaka êzidî bi sekn, berxwedan û hewldanên xwe yên 12 salan îro careke din ji tevahiya dewlet û hêzên navneteweyî re dibêje ku ‘em êdî ne ew civaka 12 sal berê ne.’


