Çima malbat dibêjin ‘Parkan bigirin’

Platforma Şiyar be, li Parka Mîmozayê ya taxa Barişê ya Amedê civîna gel li dar xist. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat diyar kir ku îro eger dayik bibêjin ‘Parkan bigirin’ divê sedema vê yekê lêkolîn bikin û li çareseriyê bigerin.

•
1 deqe xwendin
Çima malbat dibêjin ‘Parkan bigirin’

Platforma Şiyar Be li Parka Mîmozayê ya taxa Barişê ya Peyasê Amedê civîna gel lidar xist. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Murat Kan, nûnerê saziyên sivîl û nişteciyên taxê amade bûn. 

Ayla Akat Ata da zanîn ku ew tu kesî li derveyî vê xebatê nabînin û got: “Her kes di nava vê xebatê de ye. Lê em dixwazin hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger em xwe wekî hêza çareseriyê nebînin, mixabin li hemberî vê pirsgirêkê û hilberînerên vê pirsgirêkê em nikarin tu encamê jî bigirin. Temenê bikaranîna hişbirê heya 9 salî daketiye, ev pirsgirêk e.”

‘Tiryak pirsgirêka hemû kesan e’ 

Ayla Akat Ata diyar kir ku ev pirsgirêk ya hemû sazî  û dezgehên civakî û rayedarên bajêr e û divê ev pirsgirêk were çareserkirin û got: “Îro rêjeya bikaranîna hişbirê daketiye temenê 9 salî. Ev talûkeyeke mezin e. Duh me li taxa Korhatê civîn pêk anî. Jinan gotin; ‘Parkan bigirin. Cihên lîstikê yên zarokan rakin.’ Ez li vî bajarî ji dayik bûme. Li vî bajarî mezin bûme lê ji me her tim daxwaza vekirina parkan dihate kirin. Yekem care tê gotin ku parkan bigirin. Yekem care tê gotin ku cihên lîstikê yên zarokan rakin. Lewre ew cih veguheriye cihê hişbirê. Ji bo ew kesên hişbirê bikar tînin. Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku li dijî hişbirê navendeke mezin ava bike.” 

‘Divê em bi hevre RABIN’ 

Ayla Akat Ata anî ziman ku ev têkoşîna li dijî hişbirê ne di bin destê tu partiyeke siyasî, rêxistineke civakî sivîl de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em Platforma Şiyar Be vê xebatê dikin. Biryara ku şaredariyên me girtine pir girîng in. Hefteya bê dê hemû rêxistinên civakî yên sivîl, pêkhateyên Şiyar Be bi şîara ‘Rabin’ xebatên xwe berfireh bikin. Lê heya em hemû bi hev re nebêjin ‘Rabin’ em nikarin bibin hêza çareseriyê. 

Piştî bernameyê serdana qehweyên taxê kirin û gel hişyar kirin. Bername piştî serdanê bi dawî bû.