Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Aştî bi vîna civakê tê avakirin
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li navçeya Kopê ya Mûşê tev li civîna gel bû û got: “Aştî bi têkoşîn û vîna civakê tê avakirin.”

DBPê bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” li navçeya Kopê ya Mûşê civîna gel li dar xist. Gelek welatî tev li civînê bûn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di civînê de amade bûn.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civînê de destnîşan kir ku aştiya mayinde tenê bi vîna civakê tê avakirin û got: “Em ê di vê têkoşînê de alîkariya Birêz Ocalan bikin ku li ser maseya muzakereyê bi tenê ye. Jin, mêr û ciwan, em ê vê pêvajoyê bi destên xwe ava bikin û û bi dest û wijdana tu kesî re bernedin. Pirsgirêka Kurd bi dehsalan ji aliyê hişmendiya dewletê ve nehatiye çareserkirin û êdî dem hatiye ku têkoşîn li ser zemîna siyasî bimeşe. Her wiha divê nasname û zimanê Kurdî di qanûnan de bê naskirin.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftinê de behsa têkoşîna jinê ya li Rojava û her wiha darvekirina serokên kurdan ên mîna Seyîd Riza kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekane rê ye.
Welatiyan aştî xwest
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn, daxwazên xwe anîn ziman û gotin ku ziman hebûna wan e û bêyî tirs li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Welatiyên ku bi Tirkî nizanin, banga aştiyê kirin da ku êdî hêsirên dayikan neyên rijandin û dewlet gavên berbiçav baveje.
‘Aştiya bêyî civakê nabe’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di bersiva pirsên welatiyan de destnîşan kir ku girtina deriyên Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan dike û got: “Aştiya ku bêyî vîn û têkoşîna civakê pêk bê, aştiyeke nîvco ye. Divê berdêla çekberdanê hebe. Divê gerîlayên ku têkoşînê dimeşînin, vegerin welatê xwe û mafê siyaseta qanûnî bi dest bixin.”
Civîn piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû


