Çi hat serê Rojîn Kabaîşê?

Spot: Di agahiyên parêzerê Rojînê yên herî dawî hatine parvekirin de hin aliyên cuda yên vê dosyayê ew in ku madeya bi navê rokuronyumê û ornidazole di otopsiya wê de hatiye kifşkirin. Her çiqas ku hin hurguliyên nû yên li ser dosyaya Rojînê hebin jî, ev di destpêkê de hatine veşartin.

•
1 deqe xwendin
Çi hat serê Rojîn Kabaîşê?

Li ser axa Kurdistanê bi dehan salan e ku li her herêm, bajêr, navçe, gund û taxên heyî feraseta mêrperest a dewleta tirk polîtîkayên şerê taybet da meşandin. Di encama van polîtîkayan de bi dehan sal in ku li ser her cih û warên kurdan hesabên tunnekirinê hene. Bi taybetî jî ev hesabên tunnekirinê li ser jin û zarokên kurdan û li bajarên wek herêma Botan, Serhed û Dêrsimê hatin meşandin. 

Bi taybetî di van salên dawî yên li Kurdistanê bi taybetî li Bakur bi destê kesên wek leşker, cahş, memûr, meleyên dewletê û kesên din bi sedan jin û zarok di bin tundî, tacîz û tecawiz û hovîtiya aqilê mêrperest de man ango hatin kuştin û wendakirin. Bûyerên herî dawiyê yên wek Gulistan Dokû, Narîn Gûran û Rojîn Kabaîşê têra xwe vî aqilê mêrperest ku bi polîtÎkayên şerê taybet tevdigere, nîşanî me dide. 

Di bûyera Gulistan Dokûyê de her çiqas ku di van mehên borî de wek mînakên hin pêşketin bên nîşandan û hin berpirsyarên navê wan derbas dibe hatibin girtin jî, kujerên wê hê bi awayekî zelal nehatin diyarkirin û aqûbeta wê hê jî ne diyar e. Bi heman awayî aqûbeta rewşa dosyaya Rojîn Kabaîş ev 2 sal in ku li cihê xwe ye.

2 sal in ti agahî nîne

Yek ji şagirtên Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş tê zanîn ku di 27ê îlona sala 2024an de wenda bû û piştî 18 roj di ser de derbas bûn, di 15ê cotmehê de li ber ava behra Wanê li Mola Kasimê bedena wê hat dîtin. Ev mirina wê ya ku bi awayekî guman bû, ev 2 sal di ser re derbas bûn jî hê jî derbarê aqûbeta Rojînê de ti agahiyek berfireh nîne û kujer nehatine zelalkirin.

Rapora parêzerê Rojînê

Parêzerê dosyaya Rojîn Kabaîş Abdurrahman Karabûlût têkildarî dosyayê di rapora xwe ya ji bo Komîteya Edaletê ya Ji Bo Rojînê re de wiha dibêje: “Divê were zanîn ku di sala yekemîn a lêpirsînê de, lêpirsîneke bêbandor hatiye kirin. Ji ber ku lêpirsîn li ser îxtimala xwekuştinê disekine. Yek ji mînakên berbiçav ên herî girîng ên vê yekê, doz heşt mehan ji Baroya Wanê veşartî hatiye hiştin.  Xala duyemîn a girîng ev e ku encamên DNAyê yên du mêrên cuda, ku di rapora Saziya Tiba Edlî de hatine destnîşankirin, tenê 9 meh bi şûn de hatine ragihandin. Tevî ku hebûna van encamên DNAyê dihat zanîn jî, ew neh mehan nehatin aşkerekirin. 

Wekî din, ravekirina li ser cihê ku DNAya van du mêrên cuda yên li ser laşê Rojînê salek bi şûn de hatiye ragihandin. Ev bûye sedema ku lêpirsîn bi awayekî bêbandor were meşandin; rasterast bûye sedema ku lêpirsîn li ser bingeha têgihîştina xwekuştinê bidome û di encamê de, delîlan veşêre. Kesên ku me di rapora pisporan a 26ê hezîranê de wekî gumanbar destnîşan kirine, jixwe di dosyayê de hene. Tevî vê yekê, ji van kesan ti agahî nehatine wergirtin, tomarên wan ên HTSê û stasyona bingehîn nehatine lêkolîn kirin û nimûneyên DNAyê nehatine berhevkirin. Ev rewş têgihîştinek cidî diafirîne ku hin kes di çarçoveya lêpirsînê de tên parastin. Wekî din, hemû daneyên ku me wergirtine û nemaze rastiya ku Saziya Tiba Edlî raporek amade kiriye ku gumanek cuda derbarê madeya rokuronyum de derdixe holê, pirsgirêkek pir cidî ye. Dema ku ev hemû pirsgirêk bi hev re têne nirxandin, bi zelalî tê dîtin ku rastiya maddî heta niha bi bandor û berfireh nehatiye lêkolînkirin.”

Dermanên ji otopsiyê derketî

Di agahiyên parêzerê Rojînê yên herî dawî hatî parvekirin de hin aliyên cuda yên vê dosyayê ew in ku madeya bi navê rokuronyumê û ornidazole di otopsiya wê de hatiye kifşkirin. Her çiqas ku hin hurguliyên nû yên li ser dosyaya Rojînê hebin jî, ev di destpêkê de hatine veşartin. Ev yek ji aliyê Komîsyona Edaletê ya ji Rojînê ve ‘Em vê yekê wekî destwerdana delîlan dibînin’ hat nirxandin. 

Roja wenda bû bi kê re axivî?

Herî dawiyê ajansa Jinnewsê xwe gihand nivîsên ser hesabê medyaya dîjîtal a Rojînê yên roja wenda bû. Kesê bi navê M.Ç ku tê texmînkirin yê herî dawiyê ye bi Rojînê re li ser medyaya dijîtal axiviye. Hem girtina hesabê înstagramê yê M.Ç û hem jî derketina sînyalên stasyonên bazê yên ji heman cihî pirs û gumanên heyî zêdetir dike.

Ev rapor û aghiyên ku ji aliyê parêzerê Rojînê ve têra xwe politîkayên ku li ser jin, zarok û ciwanên li Kurdistanê têne meşandin nîşanî me dide. Feraseta ku Gulistan qetil û wenda kir, Rojîn jî qetil kir. Hewce ye heta ku aqûbeta Rojînê diyar bibe bê pirsîn û em dev jê bernedin û pirsin. Çi hat serê Rojînê?

Kuştinên jinan ên ku her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên, encama zîhniyeta mêr-dewletê û polîtîkayên şerê taybet ên rejîma bêcezatiyê ne; ev rewş kuştina jinan bi sîstematîk kûrtir dike.