Cevher Ay hat berdan: Ji bo pêvajoyê bi kelecan im
Cevher Ay ê ku di demên cuda de 22 salan girtî ma, ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê hat berdan; Ay ê ku bi kulîlkan hat pêşwazîkirin destnîşan kir ku baweriya hevalên wî bi pêvajoyê xurt e û anî ziman ku ew bi kelecanî li benda tevlîbûna xebatan e.

Cevher Ayê ku înfaza wî hatibû şewitandin lowma serbestberdana wî hatibû astengkirin, piştî qedandina tevahiya înfazê xwe ji Girtîgeha bi Tîpa F a Hejmara 1emîn a Îzmîrê hate berdan. Ay destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê ew bi kelecanî li bende tevlibûna xebatan e.
Cevher Ay ku li Girtîgeha bi Tîpa F a Hejmara 1emîn a Kiriklar a li navçeya Bûca ya Îzmîrê dihate ragirtin, di demên cuda de 22 salan girtî ma û hate berdan.
Ay li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.
Ay li pêşiya girtîgehê daxuyanî da û diyarkir ku ‘moralê hevalên wî yên li girtîgehê baş e, ji dil baweriya xwe bi pêvajoyê tînin û silavên xwe li gel kirin’. Ay her wiha ji bo tevlibûna xebatan jî kelecaniya xwe anî ziman.


