Çetîn Arkaş: Bi Rêber Apo bawer bin

Siyasetmedar Çetîn Arkaş di 58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de axivî û got: “Ev pêvajo dê bibe pêvajoyeke ku gelên Rojhilata Navîn bi ser kevin. Bi rêber Apo û gerîla bawer bin.”

•
1 deqe xwendin
Çetîn Arkaş: Bi Rêber Apo bawer bin

58amîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” hat lidarxistin, bi dawî bû. Piştî axaftina ji Sekreteriya Îmraliyê Çetîn Arkaş û konsera fînalê bi dawî bû.

Ciwan hêviya civakê ne

​Çetîn Arkaş ewil bang li ciwanan kir û got: “Mîhrîcanên bi vî rengî ji bo gelê kurd gelekî hêja ne. Di serî de ji ciwanan rica dikim, guh nedin wan kesên ku dixwazin we apolîtîk bikin, ber bi madde yên hişbir û fuihûşê ve bikşînin. Hûn hêviya me ne. Divê hûn li dijî kesên civakê qirêj dikin bisekinin. Hûn wek ciwan divê ji bo parastina xwe rêxistin bikin. Ev ji bo me meseleya hebûn û tunebûnê ye. Fedaiyên Rêber Apo dê bêguman li hemberî vê bisekinin.”

​‘Pêvajoya serkeftina gelan e’
 

Çetîn Arkaş di berdewamiya axaftina xwe de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û wiha axivî: “Em di nav pêvajoyeke dîrokî de ne. Sal û nîv e didome. Qanûnek hat derxistin, em spasya kesên ked dane dikin. Ev qanûn hemû tiştî çareser nake. Tenê dergehek vekir. Ev pêvajo ne pêvajoya têkbirin an jî têkçûnê ye. Dê bibe pêvajoyeke ku gelên Rojhilata Navîn tev bi ser bikevin. Berê kurd ji nasnameya xwe ditirsiyan, lê îro her kes bi endamtiya neteweya kurd serbilind e. Ji Rêber Apo û gerîla re bawer bin; di ti şert û mercî de hûn bi tenê nehiştin û hûn nexapandin.”

‘Divê çek bêdeng bibin, êdî ji şer re na’

​Çetîn Arkaş destnîşan kir ku pêwiste rûmet û mafên hemû gelan bên parastin û wiha pê de çû: “Me bedelên giran dan. Em avêtin bîrên asîdê. hîna jî hestiyên me nehatine dîtin. Lê me paşve gav neavêt. Em çawa ku rûmeta kurdan diparêzin, em e rûmeta neteweyên din jî biparêzin. Em ji baronên çekan re dibêjin ‘Êdî bes e’, me bi qasî wê şer kir. Divê çek bêdeng bibin, tewra tekane çekek jî ber bi hewayê ve neyê teqandin. Divê ciwan ne di girtîgeh û şer de, di siberojeke azad de cih bigirin. Piştî derbasbûna qanûnê ya ji Meclisê, Rêber Apo dê bêtir karibe dengê xwe bide bihîstin. Êdî ne posterê Rêber Apo, ew bixwe dê bê Tetwanê. Em ê hemû hevalên xwe yên di zindanê de biparêzin û bistînin.”

‘Rêzê ji îradeya gel re bigirin’

Çetîn Arkaş di dawiya axaftina xwe de bang li desthilatdariyê û rêveberan kir ku rêzê ji îradeya gel re bigirin û got: “Hûn di heyamên cihêreng de kesekî hildibijêrin û tînin, divê rêzê ji hilbijartina we re bigirin. Eger kesek bikeve xefletê û tevlî ku gel nexwaze li ser kursî bimîne, bila bizanibe ku nikare bimîne. Em ji vir bang li kesên ku gel wan naxwaze dikin, divê her kes bizanibe ku kes nikare li hemberî îradeya gel bisekinî.”

​58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê piştî axaftinan, bi stran û stranên Koma Amed û Îlkay Akkaya bi coşeke mezin bi dawî bû.