CENTCOM: Me li 90 hedefên leşkerî yên Îranê xist

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li 90 hedefên leşkerî yên Îranê xistin.

•
1 deqe xwendin
CENTCOM: Me li 90 hedefên leşkerî yên Îranê xist

Piştî axaftina serokê Amerîkayê Donald Trump ê Lûtkeya NATOyê ku gotibû agirbesta bi Îranê re êdî bidawî bûye, duh bi şef li dijî Îranê êrîş pêk hat.

Li ser vê yekê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derheqê êrîşên duh bi şev yên li ser Îranê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hat ragihandin ku wan 8ê Tîrmehê li hemberî 90 hedefên leşkerî yên li Îranê operasyoneke nû pêk anîne û wiha hat gotin: “Sîstemên parastina hewayî jî di nav de li binesaziya leşkerî hatiye xistin. Operasyon ji bo lawazkirina kapasîteya êrîşê ya Îranê ya li ser deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê hatiye kirin.”

Trump gef xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser medyaya dîjîtal ragihand ku êrîşa duh a li dijî Îranê yekser bersiva li hember bombadûmana li ser keştiyan e û hişyarî da ku eger Îran êrîşên xwe yên li ser keştiyên li Tengava Hurmuzê dewam bike wê operasyonên leşkerî yên ‘hîn girantir’ pêk bînin.

Îran: Me li baregehên Amerîka yên li Kuweyt û Bahreynê xist

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihand ku weke bersiva li êrîşên Amerîkayê, wan li baregehên leşkerî yên Amerîkî yên li Kuweyt û Bahreynê xistine.

Di daxuyaniyê de ku li ser televîzyona dewletê IRIBê hate weşandin, hat îdîakirin ku bi fuze û balafirên bêmirov li baregehên Arîfcan û Alî El Salem ên li Kûweytê û baregehên Cuffayr û Şeyh Îsa yên li Bahreynê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de gefa ‘ger Amerîka êrîşên nû bike wê li baregehên Amerîkî yên din ên li herêmê bixin’ kir.

Di êrîşê de 14 kes mirin û 78 kes birîndar bûn

Li ser vê yekê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê li ser bîlançoya êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên rojên Çarşem û Pêncşemê daxuyanî da.

Serokê Daîreya Têkiliyên bi Gel re ya Wezaretê Huseyîn Kermanpûr li ser platforma medya dîjîtal ragihand ku heta niha di êrîşan de 14 kes mirin e û 78 kes jî birîndar bûne.