Cenazeyên endamên Tevgera Azadiyê Suheyla Kaya û Zehra Kisaoglu bi girseyî hatin definkirin

Cenazeyên endamên tevgera azadiyê Zehra Kisaoglu (Raperîn) û Suheyla Kaya (Zîlan) ên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û li Kîlyosê hatibûn definkirin, piştî 9 salan ji aliyê malbatan hatin wergirtin û bi girseyî hatin definkirin.

•
1 deqe xwendin
Cenazeyên endamên Tevgera Azadiyê Suheyla Kaya û Zehra Kisaoglu bi girseyî hatin definkirin

 

Di sala 2017an de Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve hatibû xerabkirin û cenazeyên endamên tevgera azadiyê biribûn Goristana Kîlyosê ya Stenbolê. Piştî 9 salan malbatên Kaya û Kisaoglu cenazeyên zarokên xwe ji Stenbolê wergirtin û îro li navçeya Kanîreşê ya Çewligê definkirin. Cenazeyên her du endamên tevgera azadiyê li gundê Çatax ê Kanîreşê bi awayek girseyî hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirina li gundê Çataxê destpêkê cenazeyê Suheyla Kaya (Zîlan) birin ber mala malbatê ya gundê Kargapazarê û ji wir jî darbesta Suheyla Kaya li ser milan heta goristana gund hat hilgirtin. Cenazeyê Suheyla Kaya bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ hat definkirin. 

Girseyê piştre cenazeyê Zehra Kisaoglu (Raperîn) birin gundê Çira Jorî. Jinên gund cenazeyê Zehra Kisaoglu hilgirtin ser milê xwe bi diruşma û tilîliyan birin heya ser goristana gund.

Di definkirina cenazeyan de ji bo hemû pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê rêz hat girtin û peyama girêdana bi cangoriyên azadiyê re hat dayîn.

çewlig cangori2-1024x683.jpg
çewlig cangori9-1024x683.jpg

 

çewlig cangori7-1024x683.jpg
çewlig cangori8-1024x683.jpg
çewlig cangori5-1024x683.jpg
çewlig cangori6-1024x683.jpg
çewlig cangori4-1024x683.jpg
çewlig cangori3-1024x683.jpg
çewlig cangori10-1024x683.jpg