Cenazeyê Serhat Botan piştî 9 salan hat wergirtin
Cenazeyê endamê HPGê Serhat Îmre piştî 9 salan radestî malbata wî hat kirin. Serhat Îmre bi meşek girseyî li Goristana Karşiyakayê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat veşartin.

Cenazeyê endamê HPGê Serhat Botan (Serhat Îmre) ku li Goristana Nenasan a li taxa Seyrantepe ya Wanê hat veşartin, piştî 9 salan ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin. Serhat Îmre, ku di sala 2017an de di pevçûnekê de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, piştî wergirtina encamên testa DNAyê ji aliyê malbata wî ve li goristanê hat veşartin.
Merasîma cenazeyê Serhat Îmre ji aliyê MEBYA-DERê ve bi beşdariya nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek welatiyan hat lidarxistin. Cenazeyê Serhat Botan ji bo veşartina ji nû ve birin Goristana Karşiyaka ya li navçeya Reya Armûşê, li wir bi merasîmeke girseyî û bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat veşartin.
Merasîma veşartinê piştî deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.


