Cenazeyê Mehmet Akkuş bi girseyî spartin axê
Bi hezaran cenazeyê Hevşaredarê Agiriyê Memet Akkuş, li Goristana Fatîhê spartin axê.

Bi hezaran welatî ji bo Hevşaredarê Agiriyê Memet Akkuş li baxçeyê şaredariyê kom bûn û bîranînek pêk anîn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Heval Bozdag û Nejla Demîr, Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, rêveberiya CHPê ya Agiriyê û gelek welatî amade bûn.
Di bîranînê de Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras bal kişand ser têkoşîn û dilsoziya Mehmet Akkuş û got: “Serokê me Mehmet Akkuş di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadî, edalet û jiyana birumet a van axan kedeke bêhempa da. Em ê feraseta wî ya şaredariya gelparêz, helwesta wî ya rast û mîrateya ku ji me re hiştiye dê di her şert û mercî de bidin jiyîn. Em êşa kûr a windakirina rêhevalekî ku cihê wî nayê tijîkirin dijîn.”
Piştî bîranînê, nimêj li Mizgefta Mezin a li navenda bajar hat kirin û piştre cenaze li Goristana Fatîhê hat veşartin. Piştî merasîmê, malbat û nasên wî ji bo qebûlkirina sersaxiyê derbasî Mala Şînê ya Unsallar a li Taxa Firatê ya li navenda Agiriyê bûn. Bernameya sersaxiyê dê 3 rojan berdewam bike.


