Cenazeyê Mehdî Zana defin kirin
Malbat û dostên siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana bi kulîlk û diayan cenazeyê wî li Goristana Yenîkoyê defin kirin.

Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana ku ji ber nexweşiya KOAHê li Amedê jiyana xwe ji dest da, li goristana Yenîkoyê ya Amedê defin kirin. Koma ku ji bo Mehdî Zana li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn, merasîma cenaze li dar xist.
Komê piştî merasîmê meşiyan Mizgefta Mezin û wecîbeyên olî pêk anîn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Piştî definkirina cenazeyê siyasetmedar, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên civakî û gelek kesên ku tev li merasîmê bûn, kulîlk danîn ser gora wî.
Malbat dê sersaxî li Mala Şînê ya Licêyiyan qebûl bikin.


