Cenazeyê Demhat Girê Spî li Kobanê bi girseyî veşartin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî yê di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî veşartin.

•
1 deqe xwendin
Cenazeyê Demhat Girê Spî li Kobanê bi girseyî veşartin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî (Mistefa Wêso Hesen) ê ku 25ê Îlonê de di encama qezayeke trafîkê de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê hat veşartin. Bi seden şêniyên Kobanê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Narîn Mistefa axivî. Narînê di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, windakirina her têkoşerekî/ê erkên wan ên li beramberî welat girantir dike. Narîn Mistefa keda şehîd a di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de vegot û soza şopandina rêya wan da.

Piştre li ser navê PYDê Selah Kobanê jî axivî û bal kişand ser welatparêziya şehîd Demhat. Selah Kobanê anî ziman ku xwedîderketina li şehîdan û şopandina rêya wan erka herî pîroz ji bo parastina destkeftiyên gelê herêmê ye.

Piştî axaftinan wesîqeya wî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" veşartin. Xizmên Demhat li bajarê Girkê Legê jî konê sersaxiyê vedan.