‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wan û Semsûrê, li dijî êrişên li ser Rojava û kuştina Sîpan Hiznî meşek li dar xistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku çareserî û aştiya li Sûriyeyê bi ewlekirin û nasîna mafên demokratîk ên gelê kurd pêkan e.

•
1 deqe xwendin
‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

Wan: ‘Her alî ve lêkolîn bikin’

Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê yên Wanê, li dijî êrişên li ser Kurdên Rojava û kuştina Sîpan Hiznî, ji Gumpaş AVMê heta Parka Mûsa Anter meşeke bi girseyî lidarxistin û daxuyaniyek dan. Di meşê de pankarta “Li dijî hişmendiya qirkirinê Rojava em in, em Rojava ne” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e” û “Şehîd Sîpan nemir e” hatin berzkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî meş û daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê  Wanê Diyar Afşîn ve hat xwendin. Diyar Afşîn di destpêka daxuyaniyê de Sîpan Hiznî yê ku di nava Lîwaya Hesekê de peywirdar bû û di encama revandinê de hat kuştin û 9 girtiyên ku di şewata Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr anî. Diyar Afşîn destnîşan kir ku êriş û binçavkirinên li dijî gelê ku bertekên xwe yên demokratîk li dijî qetilkirina Sîpan Hiznî nîşan didin, provokasyona li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk e û got: “Nîşandana van geşedanan mîna meseleyeke eşîrî an takekesi, tenê veşartina aliyê siyasî û civakî yê bûyerê ye. Piştî van êrişên ku beşek ji polîtîkaya bi hev re şerkirina gelan e, di şewata Girtîgeha Kobanê de û mirina 9 ciwanan aloziyê kûrtir kiriye. Ev bûyer ji hev serbixwe nîn in. Ketina hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya bo Kobanê û êrişa wan a li ser gel, destwerdana li hemberî îradeya herêmî û demokrasiyê ye.”

Diyar Afşîn destnîşankir ku avakirina aştiyê ne bi rêyên leşkerî, axaftin û diyalogê pêkan e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Gelê Kurd ku 14 sal in mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi kar tîne, divê ev mafê wî nebe mijara bazarê û bi zagonî bête ewlekirin. Divê êrişên li ser çalakiyên demokratîk werin rawestandin. Bûyera qetilkirina Sîpan Hiznî û şewata girtîgehê divê bi her alî ve werin lêkolînkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo raya giştî ya navneteweyî û saziyên demokratîk bang hat kirin ku li dijî polîtîkayên ku hewldanên aştiyê lawaz dikin helwesteke hevpar nîşan bidin û pêşbaziya ber bi avakirina jiyaneke azad û wekhev ve vebikin.

Daxuyanî bi lêdana çepikan û dirûşman bi dawî bû.

Semsûr: ‘Em dengê xwe bilind dikin’

‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’-.jpeg

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê li Meydana Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rûdanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî kuştina hovane ya Şehîd Sîpan Hiznî û êrîşa li Kobanê ku tê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes birîndar bûn, hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dengê xwe bilind dikin” hat vekirin.

Li ser navê Platformê Hakî Akdag metna daxuyaniyê xwend. Hakî Akdag destnîşan kir ku êriş, binçavkirin û girtinên li dijî berteka demokratîk a gel provokasyonek e ku rasterast proseya entegrasyona demokratîk a li Sûriyeyê dike armanc û got: “Nîşandana van bûyeran wekî pirsgirêkeke eşîretî an jî takekesî, tenê ji bo nixumandina pênaseya siyasî û civakî ya bûyerê ye. Ketina van hêzan a nav Kobanê û midaxeleya li ser gel, destwerdana li dijî îradeya herêmî û demokrasiyê ye. Çareserî û kûrkirina proseya entegrasyona demokratîk ne bi rêbazên leşkerî û ewlehiyê, lê belê bi diyalog, muzakere û bingeha îradeya azad a gelan pêkan e.”

Hakî Akdag diyar kir ku ji bo çareseriya mayînde ev daxwaz anî ser ziman û wiha bang kir: Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ku gelê kurd 14 sal in bi kar tîne, nabe bibe mijara nîqaş û bazariyê; divê bibe xwedî misogeriya qanûnî û mayînde. Divê êrişên li ser çalakiyên demokratîk di cih de bêne rawestandin û dawî li siyasetên ewlehîperest û derveyîkirinê were anîn. Kuştina Sîpan Hiznî, midaxeleya li ser gelê Kobanê û sedema şewata di girtîgehê de divê bi hemû aliyên xwe ve di bin lêpirsînê re derbas bibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên civakî û raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî hewldanên lawazkirina aştî û îradeya hevpar a gelan xwedî helwesteke yekgirtî bin.

Daxuyanî bi lêdana çepikan dawî bû.