çapemeniya alêgir dest ji peyva 'terorê' bernade

Rêveberiya Tevgera Azadiyê di saetîn serî sibehî de daxuylanî da û diyar kir ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kiriye. Rêveberiyê da zanîn ku ev gav di çarçoveya biryarên kongreya...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
çapemeniya alêgir dest ji peyva 'terorê' bernade

Rêveberiya Tevgera Azadiyê di saetîn serî sibehî de daxuylanî da û diyar kir ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kiriye. Rêveberiyê da zanîn ku ev gav di çarçoveya biryarên kongreya 12emîn de hatiye avêtin. Lê rojnameyên wekî Cumhuriyet, Hurriyet, Sozcu, Yenî Şafak, Sabah û Mîlliyetî dîsa li gel ku PKK xwe fesih kiriye jî wekî rêxistina terorê pênase kir û di gotina “Terorê” de israr kir.

Rojnameya Cumhurriyetî bi sernavê “Ji rêxistina terorê PKKê daxuyaniya ‘Me xwe ji Tirkiyeyê vekişand’.” nûçe parve kir.

Rojnameya Hurriyetê jî bi sernavê “Deqîqeya dawî… Rêxistina Terorê PKKê aşkere kir ku xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne” nûçe parve kir.

Rojnameya Sozcu jî bi sernavê “Daxuyaniya ku dihat payîn hat… PKK: Em hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin” cih da nûçeyê, lê di nava nûçeyê de jî dîsa wekî “Rêxistina Terorê ya PKKê” pênase kir.

Rojnameya Yenî Şafakê jî bi sernavê “Ji Rêxistina Terorê PKKê daxuyaniya ‘Me xwe vekişand’ cih da nûçeyê.

Rojnameya Sabahê bi sernavê “Rêxistina Terorê PKKê aşkere kir: Em hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin.”
Rojnameya Mîlliyetî jî dîsa heman sernav bikar anîn û PKK wekî rêxistina terorê pênase kir.