Çalakiya RABIN li Korhatê bû

Platforma Şiyar Be rêzeçalakiyên xwe yê RABIN li Parka Korhatê ya Amedê berdewam kirin.

•
1 deqe xwendin
Çalakiya RABIN li Korhatê bû

Platforma Şiyar Be ku li dijî tiryak û hişbirê têkoşînê dimeşîne, li Parka Korhatê ya taxa Korhatê ya navçeya Rezan a Amedê bi hevkariya Komeleya Çand û Hunerêya Dîcleyê ji bo zarokan kargeh li dar xistin. Di bernmameyê de bi zarokan re gelek listikên cuda lîstin bi amûran rîtîm hînî zarokan kirin û bi hev re stran stirîn. Piştî bernameya zarokan civîna gel li dar xistin. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Murat Kan, nûnerê saziyên sivîl û nişteciyên taxê tevli civînê bûn. Di axaftinan de têkoşîna li hemberî madeyên hişbirê hat dubarekirin.

Hevşaredar Leyla Ayaz anî ziman ku li Kurdistanê fihûş tê pêşxistin û got: “Li Kurdistanê tiryakê difiroşin û hifûşê pêş dixin. Em bi gelê xwe re li ser çareseriya van pirgêrêkan civiyan. Em ê bi hev re wan xaniyên xerabe ku bûne hêlîna tiryakê xira bikin û bi hev re li hember tiryakê têbikoşin.”

Berdevkê Platformê Murat Kan ji bal kişan ser Pêngava Rabin û got: “Ji ber ku me heta niha ev qad vala hiştin pirsgirêk ewqasî mezin bû. Îro stratejiyeke qirêj li ser Kurdistanê tê meşandin. Ev pêngav ji bo pêşeroja ciwanan û ji bo azadiya jinan e. Divê herkes berpirsyariyê bigire ser xwe.”

Gel di civînê de rexneyên xwe li walî û midûrê polîsan kir û hat gotin ku tenê li ser kursiyên xwe rûniştîne û karekî li hemberî madeyên tiryakê nakin.

Piştî guhdarkirina gel Ayla Akat Ata axivî û got: “Demeke dirêje em li parkan bi gel re tên gel hev. Em bi tenê têrê nakin divê malbat jî alikariyê bikin. Şaredariyên DEM Partiyê niha li her derê dest bi xebatên bengîtiyê kirine. Lê gorî raporan kesên ku ji bo berdana madeyan serî li şaredariyan didin ji sedî 95 bernadin û berdewam dikin. Ji ber wê divê em nehêlin ku zarokên me dest bi tiryakê bikin.”