Çalakiya madenvanan di roja 15an de ye
Çalakiya karkerên madenê yên ji bo mafên xwe têdikoşin, di roja 15an de didome.

Çalakiya karkerên madenê ya bi pêşengiya Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe ya ji bo mafên xwe têdikoşin, li ber Wezareta Enerjiyê di roja 15an de didome. Ji karkerên ku baretên xwe li erdê xistin dirûşmeyên wekî "Em doza mafê xwe dikin", "Wezareta ranzeê madenvan li vir in" berz kirin.
Ji karkeran Ersîn Fûrûncû bal kişand ser hezaza sê roj berê li Kargeha Komirê ya Çayirhan a li navçeya Beypazarî ya Enqereyê çêbû û karkerekî jiyana xwe ji dest da û got ku ew îro ji bo hevalê wan ê jiyana xwe ji dest daye li vir in."
Karkerên ku çalakiya xwe didomînin destnîşan kir ku heya ew mafê xwe nestînin dê li ber xwe bidin.


