Çalakiya karkeran di roja 6an de ye

Karkerên madenê ku ji bo destheqê xwe li Enqereyê ne, tevî binçavkirinan jî çalakiyên xwe di rojan 6an de didomînin.

•
1 deqe xwendin
Çalakiya karkeran di roja 6an de ye

Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin ji bo destheqê xwe li Enqereyê ne. Karkerên xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin dest bi çalakiyê kiribûn. Karkerên ku li ber wezaretê çalakî li dar dixin tevî astengî û binçavkirinan jî çalakiyên xwe di roja 6an de didomînin.

Karkerên ew 2 roj in tevî malbatên xwe hatibûn çavkirin piştî hatin berdan dîsa hatin li ber wezaretê cilên xwe ji xwe derxistin û baretên xwe erdê xistin. Karkeran bi yek dengî dirrûşmeyên “Yên mafdar em in em ê bi ser bikevin”, “Em karker in, mafdar in, em ê bi ser bikevin” û “Divê Başaran Aksu bê berdan” berz kirin.

Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir li vir derbarê binçavkirin û daxwazên xwe de daxuyaniyekê qurt da. Gokay Çakir diyar kir ku ew mirovên bi înad in û heta heqê xwe negirin dest bi çalakiyan bernadin û wiha got: “Başaran Aksu hê di binçavan de ye. Divê bê berdan. Em li vir in. Ew girtin û çewisandin çavê me natirsine. Ew 6 roj in em vê çalakiyê didomînin. Em jî dixwazin vegerin malên xwe. Heta heqê me nedin em ê li vir bin.”

Çalakiya karkeran li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî didome.