Çalakiya girevê li 60 girtîgehan belav bû

Çalakiya birçîbûnê ya li dijî darvekirinê li 60 girtîgehên cuda yên Îranê belav bû.

•
1 deqe xwendin
Çalakiya girevê li 60 girtîgehan belav bû

Kampanyaya “Na ji Darvekirinê re” ku niha di hefteya xwe ya 134an de ye, li 60 girtîgehên cuda, tevî Girtîgeha Gajsaranê, didome. Di havîna 1988an de li dijî darvekirinê girtiyên siyasî dest bi çalakiyê kiribûn. Di salvegera destpêkirina çalakiya kampanyayê de, kesên ku hatine darvekirin hatin bi bîr anîn. Xwestin ku kesên fermana darvekirinê dane bêne darvekirin. 

Endamên kampanyayê di destpêka daxuyaniyê de hemû kesên ku di sala 1988an de li Îranê hatine darvekirin bi bîr anîn û got: “Di salvegera komkujiya girtiyên siyasî ya havîna 1988an de ku raportê berê yê mafên mirovan ê NY’ê Javid Rahman wekî "sûcek li dijî mirovahiyê" bi nav kir, em kesên ku jiyana xwe ji bo doza azadî û wekheviyê winda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin û em hêvî dikin ku sûcdar û fermandarên vê trajediya nemirovane di zûtirîn demê de werin darizandin. Kampanyaya "Sêşema na ji Darvekirinê" bangek e ji bo edaletê ji bo her yek ji van hezkiriyan û ji bo hemû kesên ku ji hêla dîktatoriya serdest a Îranê ve hatine darvekirin.”

Kampanyayê da zanîn ku di hefteya borî de, rejîma otorîter Şehram Sadegî, girtiyek siyasî yê xwepêşandanên 14ê Çileya 2026an, li Keracê bi hovane darve kir û got: “Bi darvekirina Şehram Sadegî û Mihemed (Çerag) Afrokhte ku vê dawiyê li Zahedanê hat darvekirin, hejmara girtiyên siyasî yên ku ji destpêka sala 2026an vir ve hatine darvekirin gihîştiye herî kêm 39an. Ev dane ji bo gelek girtiyên din ên siyasî û yên din ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn alarmek cidî ye. Tevî nerazîbûnên zêde, hikûmeta Welayet-e Feqîh dest ji darvekirina mirovan bernedaye, ji ber ku hebûna xwe girêdayî tepeserkirin û îdamkirinê dibîne. Di mehên dawî de, hejmara kesên tên darvekirin zêde bûye. Piştî 134 hefteyên kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re" û daxuyaniyên dubare ji raya giştî û saziyên curbecur re her wiha nerazîbûnên giştî û çalakvanên li dijî darvekirinê, 32 welatên cuda yên cîhanê, di dawiyê de daxuyaniyek girîng weşandin û ji Îranê xwestin demildest darvekirinan rawestîne.”

Kampanyayê destnîşan kir ku ew wekî endamên kampanyaya "Sêşema Na ji Darvekirinê re", ji hemû welatan dixwazin ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî bi hikûmeta Îranê re bi şertê ku dest ji darvekirina mirovan berde bidin rawestandin û li dijî darvekirinê seferber bibin.

Li gorî vê, endamên vê kampanyayê dê roja Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026an, li 60 girtîgehan li seranserê welat dest bi greva birçîbûnê bikin ku 134emîn hefteya têkoşîna wan e.

Girtîgehên ku di çalakiyên girevê de ne wiha ne: 

 Girtîgeha Evînê (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Qizil-Hesar (yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdisê, Kerec, Girtîgeha Tehrana Mezin, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobindar, Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud, Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Destgerd, Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Ehwaz, Girtîgeha Sepidar, Ehwaz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîrazê Adelabad, Şîraz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (qada jin û mêr), Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcendê, Girtîgeha Meşhed,Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşîd (Reş), Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Ezberam Lahican,Girtîgeha Dizelabad Kirmaşan, Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bûkan, Girtîgeha Seqezî Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Borujenê, Girtîgeha Neyşabûrê, Girtîgeha Gaçsaranê.”