Bûlût: Eger malbata Barzanî Kurdistan parastibûya dê piştgirî bidaya PKK’ê

Kurdên li Swîsreyê bi boneya balê bikişînin ser şerê li başûrê Kurdistanê û bi armanca êrîşên li ser kurdan şermezar bikin li Cenevreyê mîtîngekê li dar dixin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Bûlût: Eger malbata Barzanî Kurdistan parastibûya dê piştgirî bidaya PKK’ê

Kurdên li Swîsreyê bi boneya balê bikişînin ser şerê li başûrê Kurdistanê û bi armanca êrîşên li ser kurdan şermezar bikin li Cenevreyê mîtîngekê li dar dixin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Bûlût der barê armanca mîtîngê de axivî. Bûlût anî ziman ku ji ber rewşa li Başûr dest pê kiriye li qadan in û wiha got: “Ji ber niha welatê me di bin agir û bombebaranê de ye, em wekî kurdên penaber bûne û li Ewropayê ne, li qadan in. Wekî kurdên Swîsreyê bi boneya dengê xwe bigînin hemû welatên Ewropa û Cîhanê Em 3 rojan li pêş saziya Neteweyên Yekbûyî rûniştin. Duh çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Îro jî kurdên swîsreyî û dostên kurdan dixwazin meş û mîtîngekê li dar bixin. Em hemû kurdên swîsreyê hefteyek in li qadan in. Ez bawer dikim ku me deng vedaye. Ji ber ku me deng nedabûya, rojnamevan, parlamenter û dostên me yên Swîsre û ewropayê nedihatin tev li me nedibûn. Dewletên emperyalîst me qebûl nakin. Dixwazin em di bin destê wan de bin û em dengê xwe nekin. Yên