Broşura ji nirxandin û nivîsên Riza Altûn

Ji ber salvegera şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Riza Altûn broşurek bi navê "Kurd û Emperyalîzm" ji nirxandinên Riza Altûn hate amadekirin û weşandin.

•
1 deqe xwendin
Broşura ji nirxandin û nivîsên Riza Altûn

Kovara Azadiya Komelge (Azadiya Civakê) bi wesîleya salvegera şehadeta yek pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Riza Altûn broşurek bi navê "Kurd û Emperyalîzm" ji nirxandinên Riza Altûn bi rengê PDF'ê amade kir û weşand.

Di broşurê de hevpeyvînên taybet ên bi Şehîd Riza Altun re hene. Dîsa rê çareseriyên ramanî yên ji bo çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn, dîsa li cîhanê dewlet-netewe bi destê emperyalîzm û sermayedariyê her diçin hildiweşin, Tevgera Azadî ya Kurdistanê weke hêzeke siyemîn ‘Rêya Siyemîn’ hilbijartiye, li xwe digire.

Di hevpeyînên xwe de Şehîd Riza Altun bi vekirî qala têkiliyên takekesî dike û balê dikişîne ser ev ne lihevkirineke, belkû stratejiyeke ji bo parastina qadên azadiyê di nava aloziyên hêzên kurewî. Ev nivîs stratejiya hêzên mezin û têkçûna sosyalîzma reel analîz dike.