Bodo Ramelow ji bo aktîvîstên kurd banga verastkirinê kir
Cîgirê Serokê Parlamentoya Federal a Elmanyayê Bodo Ramelow bal kişand ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û xwest hikûmeta Elmanyayê aktîvîstên kurd ên li Elmanyayê efûyek berfireh û bilez derxîne.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Federal a Elmanyayê Bodo Ramelow, pirsên rojnameya Rheinische Postê ên der barê qanûna çarçoveyê ya ku di rojeva meclisa Tirkiyeyê de ye perivand. Bodo Ramelow diyar kir ku qanûna ku li Enqereyê pêşkêşî meclisê hat kirin "rêya aştiyê vedike" û anî ziman ku ev ji bo PKKê ya ku par bi dildarî xwe fesix kir bersivek e.
Bodo Ramelow destnîşan kir ku divê hikûmeta Elmanyayê bi awayekî dîplomatîk piştgiriyê bide pêvajoyê û got, "Mîna ku li Tirkiyeyê tê pêşbinîkirin divê Elmanyayê jî ji bo aktîvîstên Kurd efûyek berfireh û bilez derxîne."
Bodo Ramelow anî ziman ku gaveke wisa wê "ji aştiya li herêmê, maf û berjewendiyên Kurdan re bibe piştgirî."
Ramelow ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo aştiya bi Kurdan re amade ye ku gavên şênber bavêje kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev yek "biryardariya gelê Kurd ên li Tirkiyeyê ya ji bo guhertina demokratîk û bidawîkirina rabirdûya pevçûnan" nîşan dide.
Li Tirkiyeyê, di çarçoveya "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" de pêşnûmeqanûna çarçoveyê ya 12 xalan hat amadekirin û ji aliyê Komîteya Edaletê ya Meclisê ve hat qebûlkirin. Tê payîn ku pêşnûme di destpêka hefteya bê de bê rojeva Lijneya Giştî ya meclisê.


