Bîranîna Şehîdên Azadiyê bi girseyî didome

Bîranîna Şehîdên Azadiyê di roja sêyemîn de bi tevlêbûna hezaran kesan didome.

•
1 deqe xwendin
Bîranîna Şehîdên Azadiyê bi girseyî didome

Bi pêşengiya MEBYA-DERê ya Amedê ji bo Şehîdên Azadiyê ên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê bîranîn didome. Serdanên ji bo şînê bênavber bi girseyî didomin. Ji bo cangoriyan di roja dawî de mewlîd hate xwendin û bi hezaran kes, rêveber û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rûspî, seyda û kesayet bi girseyî serdana bîranînê dikin û sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Her wiha bi sedan kes ji bajarên derdora Amedê jî bi girseyî tên serdana bîranînê û dibin hevxemê êşa malbatan.

Di serdanê de girse bênavber dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz dike û hestên xwe bi malbatan parve dikin û peyama xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina li cangoriyan didin.