Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

Bernameya bîranînê ya ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Dîlokê hat lidarxistin, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

•
1 deqe xwendin
Bîranîna şehîdan a li Dîlokê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Bernameya bîraninê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, li tesîsa firatê ku li taxa Fıratê ye hatibû lidarxistin di roja xwe ya dawî de jî bi beşdariyeke mezin dewam kir.

Bernamaya bîraninê de pankartên bi nivîsa “Şehîdên me rumeta me ne”, “Şehîd namirin” û wêneyên şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Serdanên sersaxiyê yên qelebalix hatin kirin de, gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Bernameyê bi deqeyekî rêzgirtinê ve destpê kir. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de  jiyana xwe ji dest dane de mewlûd hat xwendin. Piştre ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane sînevizyonê hat nişandan.

Malbatên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane di bîranînê de axivîn û bal kişandin ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin.  Di dema axaftina malbatan de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Bernameya bîraninê ya 3 rojan bi bernameya sînevizyonê ya ku ji bo gerîlayan hatibû amadekirin bi dawî bû.