Bîra zimên: fîlolojî

Fîlolojî ku tê wateya ‘evîna peyvan’ tenê ne lêkolîna ziman e; ew pireke berfireh a zanînê ye ku tê de dîrok, wêje, çand, hizir, antropolojî, arkeolojî û felsefe digihîjin hev.

•
1 deqe xwendin
Bîra zimên: fîlolojî

Mezintirîn dahênanên ku dîroka mirovahiyê dişêwîne û dikare bi agir, çerx an jî makîneya çapkirinê re were berawirdkirin, an jî belkî bandora wê ji wan kûrtir be, yek ji wan ziman e. Çimkî dema ku agir laş germ dike, çerx navberê kurt dike û makîneya çapkirinê zanînê zêdetir dike, belê ziman hişê mirov ava dike. Raman di nav ziman de teşe digire hest bi rêya peyvan wateyê distînin û şaristanî bi rêya nivîsê nemir dibin. Bi vî awayî, ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bîra kolektîf a mirovahiyê ye. Fîlolojî ew şaxê zanistê ye ku vê bîrê diparêze, lê hûr dibe û şîrove dike.

Fîlolojî, ku ji peyvên yewnanî ‘philos’ (evîn) û ‘logos’ (peyv, axaftin, zanîn) hatiye wergirtin, tê wateya ‘evîna peyvan’. Lê belê, ev pênase tenê wateya etîmolojîk a têgihê nîşan dide. Di rastiyê de, fîlolojî ji evîna peyvan gelek wêdetir e; ew lêgerîneke bêdawî ye ku ji bo têgihiştina dîrok, çand, hizir û giyanê mirovî yê ku di nav wan de cih digire. Ji bo fîlologekî/ê, ti peyv ne asayî ye. Her peyv şahideke bêdeng e ku di nav sedsalan re derbas bûye û gihîştiye roja me ya îro û her hevok jî nameyek e ku ji rabirdûyê ji bo pêşerojê hatiye şandin.

Dema ku mirovan dest bi axaftinê kir, pêşî fikir û ramanên xwe bi derdora xwe re parve kirin, bi pey re nivîs dahênandin û sînorên demê derbas kirin. Carinan çend rêzên nivîsê yên li ser kevirekî dikarin çîroka damezrandina împaratoriyekê vebibêjin. Noteke biçûk a ku li kêleka destnivîseke kevn hatiye nivîsandin, ronahiyê dide ser jiyana civakî ya serdemekê. Peyveke ku bi sedsalan hatiye jibîrkirin, ji nû ve rê li ber dahênana çandeke wenda vedike. Ji ber vê yekê, fîlolojî tenê ne lêkolîna ziman e; ew pireke berfireh a zanînê ye jî ku tê de dîrok, wêje, antropolojî, arkeolojî û felsefe digihîjin hev.

Nivîs, mezintirîn gencîneya bîra mirovahiyê ye. Heke em îro tabletên sumerî, hîyeroglîfên misrî, arşîvên hîtîtiyan, nivîsarên orkhonê, metnên yewnaniya kevn an jî destanên kevnar bixwînin, dê ev yek bi piranî li lêkolînên fîlolojîk dagere. Lewra dîrok tenê ne bi rêya kolandinan derdikeve holê; her wiha bi xwendina wateyên veşartî yên di nav rêzan de jî tê şîrovekirin.

Her peyvek xwediyê serpêhatiyeke jiyanê ye. Wekî mirovan, peyv jî diwelidin, mezin dibin, diguherin, rêwîtiyê dikin û carinan jî tên jibîrkirin. Dema ku hinek peyv bi hezaran salan wateyên xwe diparêzin, yên din bi demê re bi temamî wateyên cuda bi dest dixin. Hinek sînoran derbas dikin û dibin mêvanên zimanên din, lê yên din li gel civakên ku jê derketine, di kûrahiya dîrokê de wenda dibin. Fîlolog şopgerek e ku bi sebir şopa vê rêwîtiya dirêj dişopîne. Ji bo wan, aşkerekirina koka peyvekê tenê ne gihîştina pênaseyên ferhengê ye; ew deriyek e jî ku li ber paşeroja hevpar a mirovahiyê vedibe.

Ziman qet ne hêmaneke westar e. Li gel guherîna civakan ew jî bi pêş ve diçe. Koçberî, şer, rêyên bazirganiyê, ol, pêşketinên zanistî û têkiliyên çandî ji nû ve çarenûsa peyvan dinivîsin. Bi sedan peyvên ku îro di zimanê kurdî de têne bikaranîn, wekî bîranînên bêdeng ên têkiliyên bi çandên cihêreng re radiwestin. Bi heman awayî, gelek peyvên ku ji kurdî derbasî zimanên din bûne, wekî şahidên zindî yên têkiliyên şaristaniyê yên ku mirovahiyê di dirêjahiya dîrokê de ava kirine, xizmetê dikin. Bi aşkerekirina van têkiliyên nedîtbar, fîlolojî dihêle ku mirov dîroka mirovan tenê ne bi rêya bûyerên siyasî, her wiha bi rêya rêwîtiya peyvan jî şîrove bike.

Di vî warî de, fîlolojî ne ew zanist e ku wan ji hev dûr bixe; berevajî, wan nêzîkî hev bike. Lewra ew nîşanî me dide ku ti ziman bi temamî ne bi serê xwe ye. Mîna mirovan, ziman jî ji hev hîn dibin, bandorê li hev dikin; peyvan didin hev û ji hev werdigirin. Derbasbûna peyvekê ji bo zimanekî din, pirî caran nîşana wê yekê ye ku du çand di demekê de rastî hev hatine. Bi vî awayî, peyv balyozên aştiyê ne ku ji şeran jî dirêjtir dimînin.

Fîlolojî şopa demên borî ye û wateya rastîn a metnan diparêze. Tîpek tenê, şaş were xwendin, dibe sedema têgihiştinên dîrokî ya şaş ku bi sedsalan berdewam dike. Berevajî vê, şîrovekirina rast a peyvekê tenê di metneke kevnar de, têgihiştina me ya derbarê pêkhateya siyasî, sîstema baweriyê an jî jiyana çandî ya serdemekê de ji nû ve diyar dike. Lewma, fîlolog tenê ne xwînerek e, her wiha zanyarek e ku bi hûrgilî wateyê ava dike. 

Metnên kevnar tenê ne belge ne ku agahiyê radigihînin; ew neynika giyanê mirov in jî. Di destaneke lehengiyê de wêrekî, di şînnameyekê de xemgînî, di sirûdekê de hêvî, di metneke yasayî de lêgerîna dadmendiyê û di nameyekê de jî hesreteke veşartî ye. Fîlolojî rê nade ku ev hest bi demê re wenda bibin. Ew bêdengiya herfan şîrove dike, ax û xubara demê ji ser peyvan radike û ji nû ve deng vedide. Dewlemendiya herî mezin a mirovahiyê ne kana zêran, bîra wê ya nivîskî ye. Çimkî zêr tenê dewlemendiyê tîne, lê zanîn şaristaniyê ava dike. Dema pirtûkxaneyek dişewite, pirtûk tenê nabin xwelî, zanîna bi sedsalan a kombûyî jî wenda dibe. Gelek berhemên ku di dirêjahiya dîrokê de hatine wêrankirin, di bîra kolektîf a mirovahiyê de valahiyên ku nayên dagirtin li pey xwe hiştine.  Fîlolojî wekî yek ji têkoşînên herî birûmet ji bo parastina vê bîrê radiweste. Ji ber vê yekê ye ku fîlolog tenê ne lêkolînerek e; ew parêzvanê demê ye jî. Ew peyvan ji rabirdûyê radigihîne îro, mirovan bi kokên wan tînin bîra wan û mîrateyeke çandî ya pêbawer ji bo paşerojê dihêlin. Çimkî civakên ku derbarê rabirdûya xwe de ne agahdar bin, nikarin dahatûya xwe jî bi awayekî saxlem binivîsin.

Taybetmendiya herî balkêş a fîlolojiyê ew e ku têkilya lêkolînê bi rêbazên zanistî re datîne. Fîlolog tenê nivîsekê naxwîne; wê ji nû ve ava dike, destnivîsên cuda dide ber hev, pêşveçûna dîrokî ya peyvan dadihûrîne, şert û mercên civakî û çandî yên wê demê li ber çavan digire, taybetmendiyên zimanî yên serdema nivîsandina wê nivîsê dinirxîne û dawiyê jî hewl dide ku wateya wê ya herî rast derxe holê. Ji ber vê yekê, qada zanistê ya ku bi nav hûrgilî dixebite fîlolojî ye.

Medyaya civakî û ragihandina navneteweyî belavbûna peyvan lezgîntir kiriye. Fîlolojî di navbera çandan de diyalogeke pir xurt ava dike. Rêya herî ewlemend a naskirina neteweyekê, têgihiştina zimanê wê ye; çimkî ziman, nihêrîna civakê ya li ser cîhanê, nirx, şahî, xemgînî û wateya ku ew dide jiyanê, di xwe de dihewîne. Fîlolojî her wiha ji bo zimanên ku li ber wendabûnê ne, dibe çiraya hêviyê. Bi lêkolîna gotinên pêşiyan ên zimanekî, mirov dikare nêzîkatiya wê civakê ya li hember jiyanê fêm bike; helbestên wê hestiyariya wê ya bedewkariyê aşkera dikin û çîrokên wê yên gelêrî jî derî li ber naskirina cîhana wê ya xeyalî vedikin. Fîlolojî bi anîna van hêmanan, derfetê dide mirov ku ew di navbera têkiliyên mirovî de ragihandineke kûrtir bi dest bixe.