‘Bîra Stranan’ ji weşanxaneya Meymanê derçû

Pirtûka bi navê “Bîra Stranan” a ji aliyê Bermal Çemê ve hatiye amadekirin û tê de keda 28 hunermend û nivîskaran heye ji weşanxaneya Meymanê derçû. Berhem çîrok û têkoşîna 25 hunermendên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, vedibêje.

•
1 deqe xwendin
‘Bîra Stranan’ ji weşanxaneya Meymanê derçû

Pirtûka ji aliyê 28 nivîskar û hunermendan ve bi awayeke kolektîf hatiye amadekirin ji weşanxaneya Meymanê derçû. Di pirtûkê de behsa jiyan û têkoşîna 25 hunermendên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de cih girtine û jiyana xwe ji dest dane vedibêje. Herwiha di berhemê de 111 stran bi nota û gotinên xwe ve cih digirin.

Jiyan û hunera 25 hunermendên nemir

Ji Alî Dogan Yildirim heta Hozan Mizgînê, ji Hozan Sefkan heta Argeş û Berçemê, ev pirtûk bîra huner, berxwedan û dîroka tekoşînê ya hunermendên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane vedibêje. Navê berhemê ji ber vê taybetmendiya xwe wek “Bira Stranan” hate binavkirin. Xebata pirtûkê bi awayeke kolektîf di encama xebata du salan de hat amadekirin.

Bîra hunermendên nemir

Di pirtûkê de bahsa jiyan û têkoşîna 25 hunermenên di têkoşîna azadiyê de weh hunermend, wek çalakvan cih girtine vedibêje. Navê hunermendên di pirtûkê de cih girtine wiha ne: “Alî Dogan Yildirim, Hozan Sefkan, Hozan Mizgîn, Alî Temel, Hozan Berçem, Naîf Haco, Viyan Peyman, Delîl Dogan, Hozan Çiya, Evdilmelîk Şêxbekir, Sîpan Efrîn, Şîlan Garzan, Hozan Serhat, Argeş Norşîn, Nûcan Nûrhaq, Hogir Pêt, Aram Akyuz, Zanîn Rûbar, Îbrahîm Sari, Şoreş Arjîn, Hêvî Gafûr, Kamûran Penaber, Hogir Hesekê, Agir Serhildan û Vedat Erdemcî.”

28 kes 2 sal ked dan

Xebat ji aliyê 28 hunermend û nivîskarên bi hunermendên jiyana xwe ji dest dane re kar kirine, hev nas kirine ve hat amadekirin. Xebata 2 sal dom kiriye û bi awayeke kolektîf hatiye amadekirin hem bîra çandî ya hunermendên jiyana xwe ji dest daye û hem jî mînaka xebata bîrê ya kolektîf e. Kesên keda û hestên xwe tev li pirtûkê kirine wiha ne: “Alî Riza Yildirim, Xemgîn Bîrhat, Xelîl Xemgîn, Faysal Temel, Celal Ekîn, Delîl Mîrsaz, Cîwan Haco, Gulcan Derelî, Ahmet Aktaş, Peyman Vîyan, Erkan Gulbahçe, Muharem Aral, Hozan Zozan, Koma Amed, Emîn Engîzek, Kurdê Tavya, Amed Dîcle, Zana Yaktin, Gulistan Çîya Îke, Yaşar Aslan, Bermal Çem, Seyda Perînçek, Koma Amara, Ozlem Yaşar, Rêşad Sorgul, Bengî Agîrî, Siwarê Şaho, Xwezan Harûn.”

Pêşgotinê Hozan Comerd nivisand

Pêşgotina berhemê Hozan Comerd ku bavê 2 şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye nivîsand. Beşek pêşgotinê ya li ser berga piştî ya pirtûkê wiha ye:

“…

Pirtûka Bîra Stranan xebateke, stranên cangoriyan e. Gotin û notayên stranan û biyolgrafiya cangoriyan digre hundirê xwe. Ew rêwiyên dilşad ji me re jiyaneke bêhempa û gelek berhemên hêja hiştine. Di her behemekê û jiyana şehîdan de em rastiya dîroka hezaran salan dibînin. Lewma ev behemeke ji dîroka têkoşîna me ye. Pirtûk, stran û çîrokên gelek lehengan digire hundirê xwe. Ew çîrokên ku laşê ezmanan diricivîne. Û berhemên ku cangoriyên bi xwe nivisiye û awaz çêkirine.

…”

Bîra Stranan ne tenê pirtûkek e, di heman demê de ji dîroka têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hunera azad de guldesteyek e. Her stran, her gotin hem hestên dilê hunermendan vedibêjin û hem jî şahidiya dîrok û hunerê dikin.

Pirtûk li Weşanxaneya Meymanê, Med Çand û Hunera Mizgînê dikarin werin peydakirin.