Bîra dîrokî

Demeke dirêje ku êrişên nedîtî, yên bêserûber li ser Tevgera Azadiyê tên kirin. Tevgera Azadiyê bi tiştên dubendî tê sûcdarkirin; bi nijadperestiyê û terikandina kurd û Kurdistanê.

•
1 deqe xwendin
Bîra dîrokî

Gelo em di serdemeke çawa de ne? Ev serdem şaşî û başiyên çawa bi me dide jiyîn? Gelo em di ferqê de ne ku em çawa difikirin, çawa têdigihîjin, çawa tevdigerin?

Ji bo vê serdemê gelek navên teknolojîk yên ku pêşketinê îfade dikin, tên bikaranîn. Lê di heman demê de gelek nav û pênaseyên wekî; “dema mezexiyê, dema bêbîràyê, dema bê afirîneriyê, dema jêbirinê” tê ziman. Bi fikra min pênaseyên duyemîn ji yên yekem rasteqîntirin.

Di tirkî de biwêjek heye, dibêje “bîra masî” ango hafizaya masî. Bi rastî hafizaya masî wisa ye, nizanim. Lewra mirovan gelek neheqiyên wisa li sewalan kirine. Heta em dikarin bêjin sewal şibandine xwe û sifet li wan bar kirine. Wekî, bêaqil, kone, fênek, xayîn, serdest, teral, tirsonek, şerûd û hwd. Ji ber vê em dibêjin em neheqiyê li masiyan nekin. Lê jixwe mebesta me ne masî, mirov in. Biwêj tenê mînaka pênaseyê ye. 

Bi rastî gelek caran li hember bêbîriya ku tê jiyîn, asayîdîtina serûbinkirina rastiyan meriv şaş dimîne. Belkî jî divê şaş nemîne, di encam de mirov e, şîrê xav vexwariye! (Ev jî biwêjeke û şaş e, neheqî ye li şîrê dayikên me. Lewra mesele şîrê dayikan nîne, zekaya vezilok û dûrketina ji nirxên mirovbûnê ye) Hasilî ne wisa ye, divê meriv şaş bimîne. Lewra bêbîrî û bêhafizabûna ku tê jiyîn ne li gor cewhera mirovbûnê ye, ev manîpulekirin e. 

Demeke dirêje ku êrişên nedîtî, yên bêserûber li ser Tevgera Azadiyê tên kirin. Tevgera Azadiyê bi tiştên dubendî tê sûcdarkirin; bi nijadperestiyê û terikandina kurd û Kurdistanê. Bi israrkirina di xeta xwe de, bi dev ji armanca xwe berdanê tê sûcdarkirin. 

Sedemên êrişan tên fêmkirin, lê radeya bêbîriyê merivan şaş dike. Divê meriv bîra xwe bi destê medyaya dîjîtal û lîstikên agahîfiroşiya rojane ve bernede. Pêwîstî bi dîrokeke pir dirêj jî nîne, dîroka temenê mirovekê/î gelek tiştan dibêje ji me re. Wekî mînak: Dema ku hinan nikanibû behsa netewbûna kurdan jî bikin, digotin, “ji rojhilat re rê, av, dibistan, elektrîk” û gotina Rêbertiyê ya “ Kurdistan mêtingeh e” gelo dihate çi wateyê? 

Di zindanên 12ê îlonê de yên ku li hember faşîzmê bi hebûna li xwe ber xwe dan kî bûn, yên ku gotin, ‘’evana li ber xwe didin, provakasyonê dikin, dê bibin sedema kuştina me” û radestî pejirandin, xwe tasfîye kirin kî bûn?

Li hember derbeya 12ê îlonê yên ku xwe avêtin Ewropayê bûn multecî û bi karê helbest, kovar nivîsandinê re mijûl bûn kî bûn, yên ku berê xwe dan qadên şerê germ û xwe ji bo çiyayê welatê xwe amade kirin kî bûn? 

Yên ku li ser navê kurd û Kurdistanê tekoşîneke bêhempa û berdêlên gran dan kî bûn, yên ku ev têkoşîn wekî nijadperestî û tundîperestiyê pênase kirin kî bûn? 

Yên ku dema Tevgera Azadiyê çalakî û serhildan kirin, ji van çalakî û serhildanan reviyan û ev çalakî krîmînalîze kirin kî bûn û yên ku îro ji Tevgera Azadiyê re dibêjin ‘’tu çima şerê çekdarî nameşînî, ger şerê çekdarî nameşînî nexwe tu radest bûyî” kî bûn, kî ne? Bi rastî evana jî heman kes û hêz in. Loma divê meriv bizanibe ku kîjan deng ji kîjan kunê derdikeve.

Taybetmendiyeke Tevgera Azadiyê ya bingehîn, ku ev ya Rêbertiyê ye, ji bo pêkanîna heqîqetê tixûb û qaliban nas nake.  Bi gotinên cur bi cur were ziman jî, ji roja destpêkê ve armanc azadiya gelê kurd, demokrasiya Tirkiyeyê û civakeke demokratîk e. Bi kurtasî, civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Ji bo vê armancê li  ku derê, di kîjan pêvajoyê de çi pêwîst be ew kirine û wê bike.