Bîlançoya darvekirinan li Îranê zêde dibe

HRANA ragihand ku li Girtîgeha Esfehanê du xwepêşanderên bi navê Elîzade Sîpahî û Elîzade Reîsî hatine darvekirin; bi van cezayan re jimara kesên ji heman dosyayê hatine bidarvekirin gihişt 16 kesan û raporên mafên mirovan destnîşan dikin ku Îran di warê darvekirinan de piştî Çînê di rêza duyemîn de ye û jimara darvekirinan gihiştiye asta xwe ya herî bilind a ji sala 1989an vir ve.

•
1 deqe xwendin
Bîlançoya darvekirinan li Îranê zêde dibe

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bicihanîna cezayê darvekirinê yên li du girtiyan agahî da. Li gorî HRANAyê xwepêşanderên bi navê Elîzade Sipahî û Elîzade Reîsî yên li Girîtîgeha Esfehanê dihatin ragirtin hatin darvekirin.

Hate ragihandin ku berî niha 14 kesên din jî ji heman dosyayê ku weke dosyaya Meydana Elîxanê Esfehanî bû hatibûn bidarvekirin.

Di dewamê de hate destnîşankirin ku Elîzade Sipahî di sala 2001ê de hatiye dinê û di Kanûna 2025an de hatibû girtin.

Darvekirin zêde dibin

Hate ragihandin ku bi taybetî di demên dawî de darvekirinên li Îranê zêde bûne. Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî, Îran di aliyê hejmara darvekirinan de piştî Çînê di rêza duyemîn a cîhanê de ye.

Li gorî daneyên Iran Human Rights a ku navenda wê li Norvêçê ye û Ensemble contre la peine de mort (ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, rayedarên Îranê di sala 2025an de herî kêm 1639 kes bi dar vekirine. Ev hejmar ji sala 1989an û vir ve hejmara salane ya herî zêde ya darvekirinan e.

Daraza Îranê roja Şemiyê ragihand ku bi hinceta kesê ku ji ber di xwepêşandanan de li dijî polîsan çek bi kar aniye cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, bi darvekirin e.