Bi tecrîdê dixwazin civakê bêhiş bihêlin

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 44 meh in tu agahî nayên girtin.

•
9 deqe xwendin
•Yilmaz Yilmaz
Bi tecrîdê dixwazin civakê bêhiş bihêlin

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 44 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî tecrîda li Îmraliyê komeke rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan, Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ava kirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endama hewldanê Ekîn Yeter li ser armanca hewldanê û polîtikayên tecrîdê nirxandin kir. Prz. Ekîn Yeter, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê zêdeyî 44 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û 3 girtiyen din nayên girtin û got: “Tê zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê zêdeyî 44 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamdî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin. Di van 44 mehên dawî de bi tu agahî agahî nayê girtin. Herî dawî 44 meh berê dema bi telefonê axivî û telefon hat qutkirin agahî jê hat girtin. Wê demê jî hevdîtinek bi tenduristî nehatibû kirin. Piştî vê erdhejê bi tu awayî hevdîtin nehatin kirin û agahî nehatin girtin. Tevî ku li giravê erdhej jî pêk hat, tevî ku fikar û gumanên der barê tenduristiya Birêz Ocalan de zêde bûn jî tu hevdîtin nehatin kirin û tu agahî nehatin girtin. Mafê hevdîtina telefonê, mafê hevdîtin parêzer û malbatê, mafê şandin û girtina nameyan tev hatin binpêkirin. Mafê ku parêzer der barê dosyayan de bibin xwedî agahî jî hat binpêkirin.”

Parêzer û Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter, da zanîn ku geşedanên li Girava Îmraliyê pêş dikevin halê tecrîdê ye û wiha axivî: “Em jî û mevzuata navneteweyî û herêmî jî vê rewşê wekî komînakado ango halê qutkirina ragihandina mûtlaq pênase dikin. Ji ber van halên qutkirina agahiyan, mafê darizandina bi adîl, parastin, ragihandin û agahî girtin û stendinê îhlal dike. Mafê malbatî û civakî binpê dike. Dîsa mafê Birêz Ocalan ê heviyê, bi rejîma înfazê ya Cezayê Muebeta Giran infaza wî pêk tînin. Bi vê yekê mafê wî yê heviyê îhlal dikin.”

Gelek peymanên navneteweyî binpê kirine

Prz. Yeter, bibîr xist ku ji roja Girtîgeha Girava Îmraliyê hatiye avakirin û heta niha li ser Birêz Ocalan tecrîd tê sepandin û mafê Birêz Ocalan tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Wekî civakî jî zext, binpêkirina mafan ku rejîma faşîzm li ser me pêş dixe, ewil li Girava Îmraliyê xistin meriyetê. Gelek parazvanên mafên mirovan vê Giravê wekî labaratuvara hiqûqê pênase dikin. Beriya ku Birêz Ocalan bê girtin û bînin Îmraliyê jî bi komploya navdewletî re rû bi rû hat hiştin û ev wekî komplo tê binavkirin. Li vir jî em dibînin ku gelek peymanên navneteweyî hatine binpêkirin û bi van binpêkirinan tînin Tirkiyeyê. Sedem û hincetên ku dibêjin komploya navdewletî heye. Ji ber ku pêvajoya li dijî mevzûatên navdewletî xistin meriyetê û bi van pîvanên dijzagonî ew darizandin. Van dewletên ku birêz Ocalan bi komployê re rû bi rû hiştin û para wan di vê komployê de hene, em dibînin ku di peymana Lozanê de bûne yek alî û hevkarên hev. Ev jî nîşan dide ku di avakirina Girava Îmraliyê û girtina Birêz Ocalan de para wan heye û vê pêvajoyê me pir dûr dibe. Ji bo em vê bêhiqûqî, tecrîd û îzolasyonê fam bikin, divê em li şertê avakirina vi welatê em lê diijîn binerin. Divê em li şertê avakirina netew dewletê binerin. Dîsa divê em li parçebûna Kurdistanê ya di nava çar dewletên yekperest û faşizan de hatine parvekirin binerin. Ev pêvajo me heta avakirina netew dewletên ye ziman, yek al û yek netew dibe. Li vir halê tecrîdê yê li Girava Îmraliyê û rewşa birêz Ocalan û 3 girtiyên din, bi temamî nîşan dide ku dixwazin tevahiya kurdan tecrîd bikin. Dixwazin parçe bikin û bi hiqûqa dijminantiyê wekî welatekî mêtîngeh bi rêve bibin.”

Parçe dikin û bi rêve dibin

Ekîn Yeter, bilêv kir ku halê tecrîdê ku Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî ku têde dijîn, bi temamî nîşanî me dide ku dîko kurdan a têxwestin bê tecrîdkirin nîşan dide û wiha got: “Dixwazin parçe bikin û bi hiqûqa dijmin a hiqûqa ceza bikin. Birêz Ocalan û 3 girtiyên din ku di şertên têde dijîn, nîşan dideku dewama dîroka kurdan e. Lê rewşa îmraliye wekî nokteya herî giran û şênber derdikeve pêşberî me. Dema em li aliyê siyasî û hiqûqî yên li Girava îmraliyê binerin, di aliyê siyasî de di dawiya 1800 û serê 1900’î de Modernîteya Kapîtalist serwerê cîhanê bû. Bi piştgiriya Modernîteya Kapîtalist, pêla nijadperestiyê pêş ket. Bi pêşketina pêla nijadperestiyê re netew dewlet tên avakirin. Di vê pêvajoyê de li ser gelên kêmar zext û tundî zêde dibin. Di vê pêvajoyê de pergalên dewletan ku li ser kes û civakan çavdêriyê dikin û kontrol dikin têne avakirin. Ev navendên girtî (Girtîgeh) ji bo kesên li dijî pergalê serî hildidin û li dijî pergalê derdikevin tên avakirin. Siyasetmedarên doza mafê civakî dikin li van qadan digirin û ceza dikin. Bi vî awayî van kesan ji civakê, fikrekê dûr dixin û wan bi tenê dihêlin. Diwazin bi girtinê van kesan bi civakê bidin ji bîrkirin. Bi awayekî polîtîk armanca tecrîdê ew e ku kesên pêşeng û siyasetmedar di nava civakê de bidin ji bîrkirin.”

Hiqûq dewletê diparêze

Yeter Ji bo kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan bêhiş hiştin e. Bê hafiza hiştin e. Dixwazin bêheqîqet bihêlin. Dema tecrîdê pêş dixin, di aliyê çawaniyê de hiqûq, ji sincê civakê qut e. Di pêvajoya ku mekanîzmayên dewletan pêş ketin de, hiqûq vê mekanizmaya dewletan xurt dike û diparêze. Wekî yekûna qûralan a li ser kesan venêrtiyê ava dike, derdikeve pêş me. Hiqûq her tim ji bo kesên bindest û mafê wan tê binpêkirin wekî amûra zext û tundiyê ye. Her çend car caran mekanîzmayên wekî Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bê pêşxistin jî, ev bi temamî mekanizmaya ku binpêkirina mafên kesan li vir tenê nirxandin. Lê em dibînin ku ji binpêkirina mafên kesan zêdetir binpêkirina mafê civakê heye. Ev rastiyek e.”

Di zagonan de cihê tecrîdê tune

Yeter, da zanîn ku ev binpêkirina mafê civakî bi destê hiqûqê pêş dikeve û got: “Dema em li vê rastiyê dinerin, em dibînin ku Tirkiye alîgirê bi dehan peymanên mafên mirovan e. Lê hemû der barê statuya kurdan, statuya kêmaran an go der barê rêveberina xwecihî ya gelan de, ango der barê peymanên jibo jinan de şertên wan hene. Bi van fikar û şertan pir bi hêsanî dikare daxwazên civakan bitepisîne û red bike. Dema em dinerin qûralên hiqûqê li Tirkiyeyê her tim bûye amûra zext û helandinê. Dema em li Girtîgeha Pergala Îmraliyê dinerin jî em dibînin ku kiryarên li wir yek jî ne li gorî mevzûatên navneteweyî û neteweyî ne. Dîsa di wîcdanê civakê de jî cihê wan kiryaran tune. Di tu zagon û peymanan de cihê van kiryaran tune ye. Lê dema em dinerin, em dibînin ku pir bi hêsanî cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Biryarên qedexeya hevdîtinê didin. Dema em bi giştî li mijarê dinerin, em dibînin ku qeyd û kuralên hiqûqa xwe jî binpê dikin û naxin meriyetê. Yanî ev hiqûqa ku em rexne dikin jî êdî naxin meriyetê û binpê dikin.”

Yeter da zanîn ku hiquqa dîsîplînê, nikare bi yek fîîlî zêdeyî gelek cezayê dîsîplîne bibire. Lê dema em dinerin demekpir dirêj e, li ser Birêz Ocalan bêyî hincetan nişan bidin van cezayên dîsîplînê dibirin. Bi van cezayên dîsîplînê biryarên qedexeyên hevdîtinê didin. Bi hinceta qedexeya hevdîtinê destur nadin ku malbat u parêzer biçin Îmraliyê. Ji bo parêzerek karibe dozek di dosyayê de bişopîne, divê mafê kes ê parastinê û darizandina adîl bi hin mekanîzmayan bê parastin. Ev maf di gelek mevzuat, zagon û peymanên navneteweyi de derbas dibe.”

Ekîn Yeter bibîr xist ku dema li kiryaran dinerin ev halê heyî hemû zagon û hiqûq ji holê rakiriye û wiha berdewam kir: “Di van şertan de êdî parêzer jî nikarin peyvîr û pîşeya xwe pêk bînin. Em li vir dibînin ku hiqûqa ku em rexne dikin jî êdî binpê dike. Her roj, her saet û her sanîyeyan êdî bi awayekî pir zêde mafên mirovan binpê dike. Ev mafên tên binpêkirin êdî nayên cebirandin û nayên rastkirin.”

Xeta faşîzmê hatiye avakirin

Ekîn Yeter, bilêv kir ku di aliyê polîtîk, ahlakî de xeta faşîzmê hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Car caran muxalefeta civakî ev xeta faşîzmê şikand. Me jî li gorî vê rastiyê û muxalefeta civakî di aliyê hiqûq û siyasetê de dît ku dem bi dem ev tecrîd û faşîzm tê şikandin. Ji bo van sedeman bêtir pêdivî bi têkoşînê heye. Rojnameger, siyasetmedar, hiquqnas, nivîskar, hunermed û akademisyen bi awayekî xurt xebatan dimeşînin. Di vê mijarê de em jî wekî hiqûqnasên OHD’ê, ji bo vê tecrîdê teşîr bikin bi dehan hevpeyvîn me kirin. Me panel û daxuyanî dan. Me bi dehan serlêdan kirin. Hem li gorî mevzuata nava Tirkiyeyê û hem jî li gorî mevzuata navdewletî me gelek serlêdan kirin.

1330 parêzeran xwest bi Ocalan re hevdîtin bikin

Ekîn destnîşan kir ku di aliyê hiqûqî de gelek gav avêtin û wiha got: “Di serê salê de 1330 parêzeran xwestin bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin bikin. Ev hejmarek gelek mezin e. Disa bi sedan parêzeran destnîşan kirin ku ev kiryar û tecrîd îşkence ye. destnîşan kirin ku li dijî hiqûqê ye û bê rakirin. Dîsa bi dehan sazî û dezgehên heq û hiqûq daxuyanîdan. Dîsa me û gelek saziyên hiqûq û der barê îşkenceya heyî de rapor amade kirin û ji CPT re şandin. Di civînên Neteweyên Yekbûyî de der barê rewya Îmraliyê de gelek pirsên ciddî pirsîn. Her çiqas astengiyên li pêş hevdîtinê sedema cezayên disîplînê nîşan dan jî bi pirsên duyemîn xwestin ev kiryar bi rêk û pêk in an na. Li gorî mevzûatên Neteweyên Yekbîyîne yan na. Lê nûnerên tirkiyeyê ev rewş bê bersîv hiştin. Ji ber ku hemû raya giştî û mekanîzmayê cemaweriyê di ferqa vê rastiyê de ne. Hemû saziyên cîhanê dizanin ku ev kiryarên tecrîdê bi rêk û pêk ê û di asta îşkenceyê de ye. Me û saziyên hiqûqê hevpar di vê pêvajoyê de gelek caran li dijî îşkenceyê serî li CPT’ê da. Dîsa parêzerên birêz Ocalan serlêdan kirin. Lê di encamê de her çend CPT hat Tirkiyeyê jî piştre rapora xwe aşkere nekiriye. Em dizanin ku saziyên bi destê dewletan hatibine avakirin û bi fonên dewletan li ser piyan dimînin, nikarin bi hêzanî zextan li wî welatî bikin. Di vê mijarê de agahîstendina ji Tirkiyeyê û şopa