Bi meşê serdana şîna şehîdan kirin
Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşên girseyî serdana şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Wanê kirin û dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Dayikên Aştiyê û ciwanên Wanî bi meşên girseyî serdana şîna ku ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê kirin. Dayik û ciwanan di meşê de dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Ewilî Dayikên Aştiyê yên Erdîşê bi meşeke girseyî hatin li cîhê şînê û sersaxî dan malbatan. Dû re ciwan bi postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, ber bi cîhê şînê re meşiyan û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin. Welatiyên di şînê de jî tev li xwendina sirûdê bûn û jinan tililî berz kirin.
Serdanên şînê bi awayeke girseyî didome.


